Doza rojnamevan Boltan hat taloqkirin 2023-06-20 12:25:58   AMED - Danişîna doza rojnamevan Hakki Boltan piştî biryara xerakirina cezayê lê hatibû birîn, ji nû ve hat lidarxistin.    Rojnamevan Hakki Boltan bi îdiaya “heqaret li serokkomar Tayyîp Erdogan û serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglû kiriye” doz lê hatibû vekirin. Dadgeha xwecihî 2 sal û 17 roj cezayê hepsê li Boltan birîbû. Daîreya Ceza ya 2’yan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Amedê (dadgeha îstînafê) cezayê li Boltan hatibû birîn xera kir.    Piştî biryara xerakirina dozê danişîna dozê ji nû ve li 12’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hat lidarxistin. Boltan tev li danişînê nebû û parêzerê wî Resûl Tesmûr di danişînê de amade bûn. Dadgehê biryara ku Dadgeha Îstînafê daye bi bîr xist.    Parêzer Resûl Temûr bi bîr xist ku ji ber erdhejê li 11 bajaran dozên “heqareta li serokkomar” paşve hatine kişandin û xwest nivîsa müzakereye ji bo parêzerên Serokkomar Tayyîp Erdogan bê şandina gelo ka dest ji dozê berdane an na.    Dadgehê daxwaza Temûr red kir. Dadgehê biryar da ku Boltan di danişînek din de li danişînê amade be û danişînê taloqî 26’ê cotmehê kir.