Terîqetan xwest û dadgehê nûçeyên têkildarî mirina biguman a Dakak asteng kir 2023-06-20 16:17:01   RIHA - Cenazeyê zarokê 12 salî Abdulbakî Dakak li rex medreseya qaçax hatibû dîtin. Li ser daxwaza Weqfa Semerkandê, dadgehê ji bo nûçeyên têkildarî mirina Dakak biryara astengkirinê da.    Zarokê bi navê Abdulbakî Dakak ê 12 salî li Rihayê dijî û bi darê zorê şandibûn medreseyê. Dakak, gelek caran hewl da bireve lê dîsa li medreseyê hatibû vegerandin. Demek piştre jî cenazeyê Dakak li rex medreseyê hatibû dîtin. Nûçeyên têkildarî mirina biguman a Dakak, bi biryara dadgehê hatin astengkirin.    DAXWAZA WEQFÊ   Wekîlê Weqfa Semerkandê ku medreseya qaçax girêdayî wan e, ji bo nûçeyên têkildarî bûyerê bên astengkirin, di 19’ê hezîranê de serî li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê da. Di daxwaznameya serlêdanê de îdiaya “Li dijî rastiyê ne, di asta îftîrayan de ne, hedef nîşan didin, dixapînin” hate kirin û xwest ku ev nûçeye bi sedema “mafên şexsî binpê dike” bên astengkirin.    Dadgehê jî ev daxwaz nirxand û bi hinceta “mafên şexsî hatine binpêkirin” ev serlêdan qebûl kir. Nûçeyên ajansa me jî di nav de bi giştî dadgehê ji bo 37 nûçeyan biryara astengkirinê da.    ÇI BÛBÛ?   Zarokê bi navê Abdulbakî Dakak (12) ji 13’ê hezîranê ve li Rihayê winda bû. Malbata Dakak li navçeya Serêkaniyê dijî û salek berê Dakak bi darê zorê şand cem medreseya girêdayî Weqfa Semerkandê ku ji hêla endamên Menzîlê ve hatiye avakirin a li Taxa Beşat a navçeya Eyyubiyeyê. Dakak hem li medreseyê hem jî li dibistana seretayî ya li taxê “perwerde” didît û di nava salekê de 2 caran reviya malê. Lê belê malbata wî her carê bi darê zorê dîsa şand medreseyê.    Dakak, di 13’ê hezîranê de ji medreseyê derket û êdî tu agahî jê nehatin girtin. Cenazeyê Dakak rojek piştre di saetên nîvro di axûra li kêleka medreseya girêdayî Weqfa Semerkandê de bi awayekî daliqandî hate dîtin. Cenazeyê Dakak ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Rihayê û di saetên şevê de jî radestî malbata wî hate kirin. Dakak, li Goristana Asrî ya li navenda Serêkaniyê hate definkirin. Hat îdiakirin ku Dakak “întîhar” kiriye.    ŞAREDARIYA EYYUBIYEYÊ AVA KIR   Hat zanîn ku li medreseya Dakak bi darê zorê lê hatibû şandin 20 zarok “perwerdeya olî” dibînin û li wir dimînin. Medreseya behsa xeberê ji hêla Şaredariya Eyyubiye ya AKP’î ve hate çêkirin. Ji bo cihê medreseyê qadeke Goristana Taxa Beşatê hatiye veqetandin. Medrese di 29’ê îlona 2018’an de hate vekirin û Şaredarê Eyyubiyeyê Mehmet Ekîncî û Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Halîl Ozcan jî tev li bernameya vekirinê bûn.    Di bernameya vekirina vê avahiyê de pênaseyên weke “medrese, qursa Qur’anê, mala şînê û eywana pirarmanc” hatin kirin. Di demên piştre de jî dewrî terîqeta Menzîlê hate kirin. Tu fermiyeta vê medreseyê nîne û kesên li vir “perwerdeyê” didin jî girêdayî Diyanetê nînin.