HDP'ê êrişa li ser Rojavayê şermezar kir 2023-06-20 19:35:58   NAVENDA NÛÇEYAN - HDP’ê qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş û du kesên pê re, şermezar kir û banga hestyariyê li civaka navneteweyî kir.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyeke li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal, êrişa dewleta tirk a bi balafira biçek a bêmirov (SÎHA) li hemberî Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, alîkara wê Lîman Şiwêş û ajokarê wesayîtê Firat Tûma, şermezar kir.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Êrişa bombeyî ya dawîn a armanckirina vîna gelê Rojava ku li Hevseroka Kantona Rojava Yûsra Derwêş, Lîma, Derwêş û Firat Tûma hat kirin, em şermezar dikin. Ji bo rawestandina van êrîşan ku li ber çavên cîhanê tên kirin, em banga hestyariyê li civaka navneteweyî dikin.”