Doza 38 HDK'iyan hat taloqkirin 2023-06-20 20:01:55 TEKÎRDAG – Di çaçroveya lêpirsîna li hemberî HDK'ê de, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz li 38 kesan hatibû vekirin. Di danişîan dozê de şertê kontrolkirina edlî ya ji bo 38 kesan hat betalkirin û dnaişîn taloqî 14'ê Mijdarê hat kirin.    Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê, di çarçoveya lêpirsîna der barê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" der barê 38 kesan de doz vekiribû. Danişîan ewil a dozê îro li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Tekîrdagê hat lidarxistin.    Piraniya HDK'iyên ku bi awayekî negirtî tên darizandin tevlî danişînê bûn. Kesek ji ber pirsgirêkekê tevlî danişînê nebû û 4 kes jî bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya MAfên Mirovan (ÎHD) jî tevlî danişînê bûn. Hevberdvekên HDK'ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek jî di nav de rêveberên HDP û Partiya Çepên Kesk ên Stenbol, Tekîrdag û navçeyan û Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê yê berê Mûsa Pîroglû jî danişînê şopandin.    Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.Piştî tespîtkirina nasnameyan HDK'iyan û parêzeran parastina xwe kirin. Piştî beyanên HDK'iyan meqama îdiayê axivî. Meqama îdiayê xwest Emîn Orhan û Abdûrrahman Ozturkê ku îdianame teblîxî wan nehatiye kirin paşê îfadeyê bidin û xwest nku tabela ji bo rakirina şertê kontrolkirina edlî bê redkirin.    Paşê dadgehê biryara xwe eşkere kir. Serokê dadgehê biryar da ku şertê kontrolkirina edlî bê betalkirin û şahidên nepen û HDK'iyên nehatine guhdarkirin, bên guhdarkirin û danişînê taloqî 14'ê Mijdarê kir.