Dayika Dag ê di çalakiya greva birçîbûnê de: Hûn nikarin bi zextê serî bidin tewandin 2023-06-21 09:48:48   AMED - Dayika Mazlûm Dag ku li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Hewlêrê 35 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, Kûdret Dag wiha got: “Hûn nikarin bi zextê serî li zarokên me bidin tewandin.”   Li Hewlêra Herêma Kurdistanê di 17’ê Tîrmeha 2019'an de li dijî wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê dîplomatê tirk Osman Kose êriş pêk hat. Di êrişê de Kose û welatiya Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan di êrişê de jiyana xwe ji dest dan. Mazlûm Dag û Abdrrahman Er bi sedema vê êrişê hatibûn girtin û bi hinceta êriş li dar xistine ji aliyê dadgeha dereceya ewil ve li Dag û Er cezayê darvekirinê hatibû birîn. Binpêkirina mafan a li dijî Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin, didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku Dag û Er li dijî lêgerîna keyfî, tundiya fîzîkî û heqaret, ferzkirina cilên yek tîp a li dijî wan di 18’ê gulanê de dane destpêkirin, di roja 35’an de didome.    ‘DENGÊ WÎ NEBAŞ BÛ’    Dayika Mazlûm Dag ê di çalakiya greva birçîbûnê de Kudret Dag, diyar kir ku zextên li dijî zarokên wan zêde bûne û wiha got: “Ewilî ew ji hev veqetandin û xistin hucreyên yek kesî. Pişt re jî ji ber di girtîgehê de kontoran nafiroşin wan weke berê nikarin li me bigerin. Beriya cejnan her roj bi telefonê li me digeriya. Lê ji ber ferzkirina wan qebûl nakin hefteyê carekê û 2 deqîqeyan em dikarin biaxivin. Ji ber zext zêdebûne 35 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Em van pêkanînên zextker qebûl nakin. Çalakiya wan a greva birçîbûnê mehek li pey xwe hişt. Herî dawî roja înê me karî 2 deqîqeyan biaxivin û dengê wî jî nebaş bû.”   ‘BÊPARÊZER HATE DARIZANDIN’    Dayik Dag, diyar kir ku li girtîgehê zext hene û hewl didin serî li girtiyan bidin tewandin û wiha berdewam kir: “Kurê min û hevalê wî, bi awayekî bêparêzer hatin darizandin. Cezayê giran lê hatin birîn. Heke parêzer hebûya cezayekî wisa nedigirtin. Parêzer ji bo wekaletê bide çû girtîgehê û hewl da bi wan re hevdîtinê bike. Lê îdareya girtîgehê destûr neda hevdîtinê.”   ‘HÛN NIKARIN SERÎ BIDIN TEWANDIN’    Dag, anî ziman ku herî dawî par beriya Cejna Remezanê 12 rojan çûye hevdîtina vekirî û bi lêv kir ku pişt re êdî nekarî biçe hevdîtinê. Dag, bi bîr xist ku zarokên wan bi keyfa xwe nakevin çalakiya greva birçîbûnê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila mafên bingehîn ên zarokên me bidinê. Bila dawî li van zextan bînin. Bila mafên hevdîtin û telefonê yên ji girtiyên din re tên dayîn bidin girtiyên me jî. Bila her du di qawişekê de bin. Bila pêkanîna cilên yek tîp bi dawî bikin. Di serî de rayedar em bang li herkesê dikin ku bi hestiyar bin. Hûn nikarin bi rêya zextan serî bi zarokên me bidin tewandin. Dest ji van pêkanînên xwe berdin. Em ê her tim li cem zarokên xwe bin.”   BANGA HESTIYARIYÊ   Bav Zekî Dag jî anî ziman ku zarokên wan ne li gorî Makeqanûna Iraqê li gorî Herêma Kurdistana Federe tên darizandin û bi gotina “Heke kurd vê yekê li kurdan bike kesên din dê çi bikin?” bertek nîşan da û li dijî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a 35 roj li pey xwe hiştin banga hestiyariyê kir. Dag ê bang li rêxistin û parazvanên mafên mirovan ên navnetewî kir, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê gelê me yê li Ewropayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û ji rêxistinên sivîl ên civakî re name bişînin û rayagiştî ava bikin. Nayê qebûlkirin ku di nava kurdan de rewşeke wisa bê jiyîn û şerm e. Ji bo pirsgirêk bê çareserkirin em dixwazin mezinên kurdan ên li her çar perçeyan, nivîskar û gelê me li dijî vê çalakiyê hestiyartir bibe û xwedî lê bê derketin. Divê em bi wan bidin hesandin ku ne bi tenê ne.”