Çawişê pispor ê Uytun qetil kirî dê bi sûcê ‘texsîrê’ bê darizandin! 2023-06-21 09:52:37   AMED - Di doza Mehmet Uytun de ku di raya giştî de weke “zarokê di hembêza dayika xwe de hatiye kuştin” tê zanîn, biryar hatibû dayîn ku leşkerê bersûc li Dadgeha Cezayên Giran were darizandin. Li dijî vê biryarê îtîraz hatibû kirin û ev îtîraz hate qebûlkirin. Çawişê pispor dê bi sedema “Ji ber texsîrê bûye sedema mirinê” were darizandin.   Bi ser mirina pitikê 18 mehî Mehmet Uytun ku raya giştî weke “zarokê di hembêza dayika xwe de hatiye qetilkirin” nas dike re 14 sal derbas bûn. Tevî vê yekê jî faîl hêj nehatiye cezakirin. Dayika Uytun, di 9’ê cotmeha 2009’an de li Cizîr a Şirnexê di dema çalakiyên protestoyî de li şaneşîna avahiyê xwe kurê xwe dimêjand û di vê navberê de fîşeka gazê li serê wî ket û jiyana xwe ji dest da. Biryar hatibû dayîn ku faîlê Uytun çawişê pispor Hakan Alkan li Dadgeha Cezayên Giran were darizandin. Li dijî vê biryarê îtîraz hatibû kirin. Ev îtîraz hate qebûlkirin û biryar hate dayîn ku doz li Dadgeha Cezayên Giştî were lidarxistin.    BÊDILIYA DARAZÊ YA 14 SALAN    Bi ser mirina Mehmet Uytun re 14 sal derbas bûn û ji roja lêpirsîn hatiye destpêkirin heta niha hemû hewldanên hiqûqî ji hêla rayedarên cemaweriyê ve hatin astengkirin. Lêpirsîna kuştina Uytun ji hêla dozgeriya Cizîrê ve hatibû destpêkirin lê qeymeqamtiyê bi hinceta “delîl kêm in” destûra lêpirsînê neda. Lewma ji bo dosyayê biryara neşopandinê hate dayîn.    DOZ PIŞTÎ 11 SALAN HATE VEKIRIN    Parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. AYM’ê jî bi sedema ku lêpirsîneke “bibandor” nehatiye kirin, biryara binpêkirinê da. Li ser vê yekê Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê destûra lêpirsînê da û doz piştî 11 salan hate vekirin.    CEZAYÊ 3 SALAN VEGUHERANDIN CEZAYÊ PEREYAN   Derheqê faîl Hakan Alkan de bi sedema “bi texsîra xwe bûye sedema mirinê” doz hate vekirin. Danişîna ewil a dozê di 9’ê sibata 2021’ê de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Cizîrê hate lidarxistin. Dadgehê, di 20’ê îlona 2021’ê de jî biryar da û bi sedema “ji ber texsîrê bûye sedema mirinê” 3 sal cezayê hefsê da bersûc Alkan. Lê belê ev ceza veguherand cezayê pereyan û 18 hezar û 200 TL cezayê pereyan da.    BIRYARA ŞANDINA DADGEHA CEZAYÊN GIRAN    Di tevahiya pêvajoya darizandinê de parêzeran got ku bersûc Alkan sûcê “sûc bi qesdî kiriye” û xwestin ku di dosyayê de biryara “bêrayetiyê” were dayîn. Lê dadgehê ev îtîraz red kir. Piştî ku biryara dadgehê ji hêla Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê ve hate betalkirin, parêzeran dîsa heman daxwaz kirin. Li ser daxwaza parêzeran, ji bo were lêkolînkirin bê ka dosya dikeve ber “kuştina biqesdî” yan na, dadgehê biryar da ku dosya di 11’ê gulanê de ji Dadgeha Cezayên Giran re were şandin.    RÊYA ÎTÎRAZA LI DIJÎ BIRYARÊ TUNE YE    Parêzerê bersûc û Dozgeriya Cizîrê li dijî biryara şandina dosyayê ya li Dadgeha Cezayên Giran îtîraz kirin. Li ser vê yekê 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê ev îtîraz bi piraniya dengan qebûl kir. Ji ber ku biryara dadgehê teqez e, parêzerên malbatê nekarîn îtîrazê bikin. Dê darizandina bersûc Alkan di 14’ê îlonê de li 1’emîn Dadageha Cezayên Giştî ya Cizîrê bidome.    ‘BÊCEZATÎ ÊDÎ MAYÎNDE BÛYE’   Endamê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Amedê parêzer Yakup Guven ku piştgiriya hiqûqî dida dosyayê, têkildarî dosyayê axivî. Guven, da zanîn ku piştî ku gelek caran biryara redkirinê hate dayîn, di danişîna 11’ê gulanê de biryara bêrayetiyê hatiye dayîn û wiha domand: “Hindik jî be ev biryar ji bo me û malbatê bû hêvî. Lê rêyên îtîrazê yên li hemberî biryara 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê girtî ne. Ev mînak nîşan dide bê ka pergala necezakirinê çiqasî bi îstîkrar tê meşandin û xwe çawa sazûman kiriye.”    ‘NECEZAKIRIN VEGUHERIYE PERGALEKÎ QEYÎM’   Guven, anî ziman ku darizandina Alkan piştî têkoşîna wan a hiqûqî dest pê kiriye û wiha pê de çû: “Di pêvajoya lêpirsînê de delîl bi awayekî bandor nehatiye komkirin, keşf nehatiye kirin, weke tevdîrek ji bo peywirdarê ewlekariyê yê gumanbar biryara girtinê nehatiye dayîn, piştî îdianameyê jî doz li Dadgeha Cezayên Giştî hatiye dîtin. Ji destpêkê heta niha em dibêjin ku ev doz, dikeve çarçoveya kuştina biqesdî. Ji ber vê yekê jî diviyabû Dadgeha Cezayên Giran lê binihêrta. Ji ber ku Dadgeha Cezayên Giştî tenê dikare ji hêla bi texsîrê bûye sedema mirinê ve lêkolîn bike. Îzaheta vê jî tenê bi polîtîkaya necezakirinê dikare were kirin.”    ‘MERTALÊ PEYWIRDARÊN CEMAWERIYÊ’   Herî dawî jî Guven ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya darizandinê de gelek rêbazên derusûlî hatine bikaranîn. Di pêvajoya darizandinê de delîlên sûc hatine windakirin, bêyî ku em li wir bin li bersûc û çendek şahidan hatiye guhdarîkirin û hêj gelek bêusûliyên din. Di danişîna dawî de jî daxwaza me a bêrayetiyê hate qebûlkirin û hindik jî be reweşekî erênî çêbû. Lê belê mekanîzmaya necezakirinê ewqas mayînde bûye ku nikare were paşguhkirin. Mixabin li herêmê di hemû dozên ku bersûc hêzên ewlekariyê ne de heman rêbaz tên ceribandin û encamek ji van dozan nayê bidestxistin. Ev polîtîka jî weke mertalê parastina hêzên ewlekariyê ne. Dê têkoşîna me ya hiqûqî ya li dijî polîtîkayên necezakirinê jî bidome.”