HDP’ê ji bo Kirmizi daxuyanî da: Îşkenceyê bi dawî bikin 2023-06-21 13:33:16   ENQERE - Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a HDP’ê têkildarî endamê Meclisa xwe Seyîthan Kirmizi ku ji ber pêkanîna hejmartina ser piyan qebûl nekir hate derbkirin ev daxuyanî da: “Îşkenceyê bi dawî bikin.”   Endamê Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Seyîthan Kirmizi di çarçoveya operasyona navenda wê Tekîrdag de di 16’ê hezîrana 2023’yan de piştî hate binçavkirin hate girtin. Kirmizi yê birin Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Tekîrdagê, piştî kete girtîgehê 2 saetan, dema hejmartina êvarî ya di qawişê de hate kirin hate derbkirin. Hevberdevkên Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan ên HDP’ê Nûray Ozdogan û Serhat Eren têkildarî derbkirina Kirmizi daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de qala binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hate kirin û ev tişt hate gotin: “Pêkanîna hejmartina ser piyan a di nîzama leşkerî de û îşkenceya li ser kesên li dijî vê li ber xwe didin bi dawî bikin.”   DIVÊ FAÎL BÊN CEZAKIRIN    HDP’ê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Divê faîlên li dijî endamê Meclisa me Seyîthan Kirmizi sûcê îşkenceyê kirine bên tespîtkirin, derbarê wan de demildest lêpirsîn bê destpêkirin, ji peywîrê bên dûrxistin û cezakirin. Em tundî û zexta ku desthilata siyasî bi bikaranîna meqamên darazê û îdareyên girtîgehan li dijî partiya me pêk tîne qebûl nakin. Dê ne girtin, ne pêkanînên keyfî ne jî îşkence paş ve gavê bi siyasetmedarên me nede avêtin. Têkoşîna azadiyê ya gelê me wê nikare bi operasyonên qirkirina siyasî bên rawestandin. Li dijî kesên girtîgeh veguherandine îşkencexaneyan wê têkoşîna me ya hiqûq û mafên mirovan bidome.”