Derbarê Manapê de biryara beraetê hate dayîn 2023-06-21 15:08:38 STENBOL - Di danişîna doza derbarê Şadiya Manap a roja hatibû berdan ji nû ve hatibû girtin de biryara beraetê hate dayîn.  Şadiya Manap a di sala 1992’yan de li Rihayê piştî hate binçavkirin li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Amedê hate darizandin, di doza derbarê wê de hate vekirin de cezayê muebbetê lê hate birîn. Manap a dema hate girtin 24 salî bû piştî Girtîgehên Riha, Mêrdîn û Midyadê sewqî Girtîgeha Jinan a Gebzeyê hate kirin.    Manap a piştî 30 salan di 1’ê mijdara 2022’yan de hate berdan, bêyî ku ji girtîgehê derkeve ji ber lêpirsîneke di sala 2020’an de derbarê wê de hatibû vekirin, beriya ku ji girtîgehê bê berdan hatibû binçavkirin û girtin.    Danişîna biryarê ya doza derbarê Manapê de bi îdiaya “Rêxistinê ava dike û bi rê ve dibe” hatiye vekirin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê hate lidarxistin. Di danişîna ku Manap û parêzerên wê amade bûn de biryara beraetê hate dayîn.    'EZ LI KOLANÊ NEHATIM GIRTIN'    Di danişîna bi tespîta nasnameyê dest pê kir de Manap a ewilî axivî, parastina bi kurdî kir. Manap, diyar kir ku hêmanên sûc ên tên îdiakirin nehatine lêkolînkirin û wiha got: "Heke her tiştê di dosyayê de weke sûc bê nîşandan ez jî dixwazim parastina xwe berfirehî bikim. Weke ku 30 sal ceza têra wan nekirî dixwazin dîsa ceza bikin. Madem ew dê ceza bidin wê demê ez jî dê bi sebir parastina xwe bikim. Mutalaa weke ku sûcdar bim hatiye amadekirin. Ewilî sûcdar kirine pişt re tiştên min nivîsandine kirine sûc. Weke ku li kolanê li mala dayika xwe hatibim girtin tevdigerin. Lê 30 sal in di girtîgehê de di bin kontrola dewletê de me. Tiştên ku weke sûc hatine nîşandan tiştên beriya niha çûne miduriyeta polîsan in û bêyî ku hêmaneke sûc hebe vegeriyan e. Bila ev yek neyê paşguhkirin. Belgeyên bi hejmara 2,6,9,10,12 û 13 ne yên min in lê xistine nava dosyayê. Min daxwazname nivîsand ku kameraya li ber girtîgehê bê lêkolînkirin. Heke kamera were lêkolînkirin dê were dîtin ku ew çante neyê min e. Tiştên ku tên îdiakirin li ser min hatine girtin ne aydê min in."   Manap a got "30 salên min çûn lê ez naxwazim dema we bigirim" anî ziman ku dê parastina xwe perçe perçe bike.    'NE EZ NASNAMEYA MIN TÊ DARIZANDIN'    Manap, da zanîn ku ji bo dewleta hiqûqê miduriyeta polîsan û polîs derhiqûqî ne û wiha berdewam kir: “Li gorî polîsan kî gumanbar be divê di girtîgehê de bimîne lê divê hûn hiqûqê pêk bînin. Dema ez di girtîgehê de bûm dozger di demên cuda de îfadeya min girt. Dikarîbûn der barê min de 100 biryarên girtinê bidin, lê nekirin. Li bendê bûn ku ez ji girtîgehê derkevim. Xwe têxin şûna min, piştî 30 salan ez bi kelemçeyê ji girtîgehê derketim û dema ji girtîgehê derketim min dît ku malbata min li derî dinêrî. Ji bo ku ez û malbata xwe vê êşê bikişînin ev hate kirin. Mîna ku ez di nava pevçûnê de hatim girtin, hewl dan hêza xwe nîşan bidin. Ya ku tê darizandin ne ya min nivîsandiye, nasnameya min e. Ez jin im, kurd im, ji çîna bindest têm, mûxalîf im.”   '30 SAL LI BENDA EDALETÊ ME'   Manap, anî ziman ku di Partiya Kedê ya Gel (HEP) de dest bi siyasetê kiriye lê di wê pêvajoyê de bi qetilkirina Vedat Aydin polîsan bi kuştinê gef li wê xwarine. Serokê dadgehê di vê navberê de parastina Manap birî û got “Ev tişta tu dibêjî ji derveyî parastinê ye. Tu nikarî têkildarî dîroka welat parastinê bikî û mafê parastinê yên dosyayên din bigirî”. Li ser vê yekê Manap wiha got: “Piştî ku polîsan j imin re gotin weke Vedat Aydin em ê te bikujin, tev li PKK’ê bûm û 30 sal an di girtîgehê de mam. 30 sal in li benda edaletê me. Hûn jî di kesayeta min de edaletê binpê nekin.”   'TU HINCETEKE HIQÛQÎ NÎNE'   Dû re parêzer Rûken Gulagaci ya parastin kir, diyar kir ku tu hinceteke hiqûqî ya girtina muwekîla wê nîne û anî ziman ku azadiya muwekîla wê ji dest hatiye wergirtin. Parêzer Elîf Taşdogen a pişt re parastin kir jî diyar kir ku nivîsên di dosyayê de nehatine tercumekirin û daxwaza beraeta muwekîla xwe kir.    BIRYARA BERDANÊ Û BERAETÊ HATE DAYÎN   Manap, a piştî parastina parêzeran gotina wê ya dawî jê hate pirsîn iwha got: “Dîrok dê dadgehan jî min jî binivîse dixwazim ku hûn adil bibin.” Şandeya dadgehê ya pişt re biryara xwe aşkere kir diyar kir ku ji ber Manap ji nû ve hate girtin mafê wê yê tazmînatê heye û biryara berdan û beraetê da.    Manap, ji bo kirariyên berdanê birin girtîgehê.