ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-22 09:00:06   * Hevserokê MAF-DAD'ê Mahmüt Şakar destnîşan kir ku tecrîd pirsgirêkeke bingehîn e û divê her kes di warê çareserkirinê de gavina bavêje û got ku divê hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê û yên li Ewropayê bibin parçeyeke çareseriyê.    * Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Îdirê Yilmaz Hûn anî ziman ku ew ê di serdema nû de têkoşîna xwe xurt bikin û xwe rexne bikin û got ku ew ê siyaseta Rêya Sêyemîn ava bikin.    * Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Belma Nergîzê anî ziman ku sedema binçavkirin û girtinan, têkçûyîna desthilata AKP-MHP'ê ya li Kurdistanê ye û got ku ew ê li dijî van zext û êrişan xwe li qadan birêxistin bikin.    * Li Meletiyê rêncberên mişmişan diyar kirin ku îsal berdarî pir kêm me û gotin ku yên kedê didin rêncber in û yên qezenc dikin jî hinardekar in.    * Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran, diyar kir ku ji bo civak ji nav krîzan derkeve divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bê pêkanîn û anî ziman ku divê civaka ku hêza wê heye tecrîdê bişikîne bikeve nava liv û tevgerê.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 822’yan de berdewam bike.    * Danişîna doza derbarê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan de têkildarî Tûxgeneral Bahtiyar Aydin ê di sala 1993’yan de li navçeya Licê ya Amedê hatibû kuştin hatiye vekirin, dê li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê bê lidarxistin. (10.30)   * Danişîna doza têkildarî ji peywîrgirtina Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci û endamên Konseya Navendî hatiye vekirin dê li 31’emîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya Enqereyê bê lidarxistin. (13.30-14.30)   * Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê dê têkildarî qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş û hevalên wê li Qada Şêx Seîd daxuyaniyê bide çapemeniyê. (17.30)