Şakar: Pirsgirêka sereke tecrîd e, divê her kes bibe parçeyeke çareseriyê 2023-06-22 09:00:25   STENBOL - Hevserokê MAF-DAD'ê Mahmût Şakar destnîşan kir ku tecrîd pirsgirêkeke bingehîn e û divê her kes di warê çareserkirinê de gavina bavêje û got ku divê hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê û yên li Ewropayê bibin parçeyeke çareseriyê.    Yekîtîya Parêzeran a Ewropayê ya ji bo Demokrtasiyê û Mafên Mirovan (ELDH), Komeleya Hiqûq Demokrasiyê ya Navneteweyî (MAF-DAD), Partiya Çep a Parlementoya Ewropayê û Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan (S&D) di 13'ê Hezîranê de li bajarê Strasbûrg ê Fransayê bi sernavê "Li Tirkiyeyê Maf û Azadî: Hiqûq, Girtîgeh û Meseleya Kurd" konferansek li dar xistin. Rêxistinên hiqûqê û nûnerên partiyên siyasî yên li Ewropayê tevlî konferansê bûn. Di konferansê de meseleya kurd û tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê hatin nîqaşkirin.   Hevserokê MAF-DAD'ê Mahmût Şakar têkildarî konferansê û helwesta nûnerên partiyên siyasî yên Ewropayê yên ji bo Tirkiyeyê û çavdêriyên xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.    BANDORÊN TECRÎDÊ YÊN LI SER PERGALA HIQÛQÊ   Şakar diyar kir ku di konferansê de hiqûqnasên li qadê çavdêriyên xwe ragihandine û beşdarên ewropayî jî dîtinên xwe yên der barê mijarê de ragihandine. Şakar anî ziman ku di konferansê de li ser guherîn û veguherandina daraza Tirkiyeyê hatiye axaftin û wiha got: "Hem rejîma girtîgehê hem jî diyardeya tecrîdê û hinekî jî siyasîbûna daraza Tirkiyeyê û çawa bûye aparateke desthilatê hatin nîqaşkirin. Wêneyê têkildarî van mijarên berpêşî platformê hat kirin. Her wiha pratîka Îmraliyê bi awayekî hurgulî hat bilêvkirin û nepêkanîna biryarên DMME'yê û bandora tecrîda li ser Ocalan a li Tirkiyeyê û ev yek bandoreke çawa li pergala hiqûqê ya Tirkiyeyê dike hatin nîqaşkirin. Me ev, bi sernavên sereke dnaîn holê. Helbet siyasetmedarên li Ewropayê jî li gor daneyên hatin pêşkeşkirin çavdêriyên xwe yên der barê Tirkiyeyê de gotin. Diyar kirin ku haya wan ji rewşa Tirkiyeyê heye û geşedanên li wir qet ne xweşbîn in û ji bo vê hin hewldanên wan hene. Ez dikarim bibêjim ku helwesta sereke ya siyasetmedarên Ewropayî hinekî jî rexneyî bû."    BÊDENGIYA EWROPAYÊ   Şakar bilêv kir ku Parlementoya Ewropayê ne birêvebirina Ewropayê û mekanîzmaya biryardayînê ye, lê li cihekî girîng e û got ku derdorên çep û pêşverî yên parlementoyê di warê tecrîdê û pirsgirêkên Tirkiyeyê de hesas in, lê derdoreke mezin jî xwe li bêdengiyê datîne. Şakar anî ziman ku bêdengiya saziyên navneteweyî jî bi piranî ji ber tecrîdê ye ku bûye xwedî hêzeke navneteweyî ye û hem jî ji ber meseleya panebaran e û got ku ev yek di konferansê de hatiye nîqaşkirin.    ‘DIVÊ BIBIN PARÇEYEKE ÇARESERIYÊ'   Şakar wiha domand: "Bi rastî jî hin sazî hene ku karê xwe nakin û sozên xwe bi cih naynin û rola xw enalîzin. Ev, di warê tecrîdê de xwe li bêdengiyê datînin. Lê aliyeke ku li dijî tecrîdê pêşverû û hesas jî heye. Ne rast e ku mirov wateyeke zêdetirî quweta wan li van saziyan bar bike. Helbet ev tecrîd bi hêzên şorşeger, pêşverû û demokratîk ên Tirkiyeyê re dikare bi dawî bibe. Lê divê em hêzên li Ewropayê wekî hêza çareseriyê ya sereke nebînin. Belkî ne cihê çareseriyê bin, lê divê em wan bikin parçeyeke çareseriyê."    DIVÊ DI ROJEVA EWROPAYÊ DE BE   Şakar destnîşan kir ku di serî de tecrîd divê gelek pirsgirêk di rojeva saziyên Ewropayê de be û got: "Ji lew re ew van meseleyan di hin platforman de bilêv dikin. Ger ev xebat bên kirin, dê hêzên demokratîk ên sivîl ên Ewropayê jî tevbigerin. Yanî ji bo ku em rojevên xwe daxilî nava qadên wan ên xebatê bikin, ev civîn girîng in. Em dizanin em nikarin bi tena serê xwe van pirsgirêkan çareser bikin, lê gava ev xebatên me domdar bin dê di rojên pêş de veguherin helwestekê. Di çarçoveya van xebatan de êdî hiqûqnasên Ewropayî îmzeyan didin û serdana Tirkiyeyê dikin. Dest bi daxuyaniyan kirine. Lewma em bi civaka ku wijdanê Ewropayê re ye û bi qad wê ya siyasî re tevkariyê dikin û hewl didin ji bo çareserkirina vê meseleyê gavina bavêjin."    LI DIJÎ TECRÎDÊ DENGÊ HEVPAR   Şakar anî ziman ku neçareserkirina meseleya kurd bi tecrîdê ve girêdayî ye û got ku encamên pêkanînên li Îmraliyê hem siyasî hem jî hiqûqî ne. Şakar bilêv kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan li welêt kiriye ku mîlîtarîzm gur bibe û got ku vê yekê di hilbijartinên 14 û 28'ê Gulanê de bi awayekî eşkere dîtine.    Şakar wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me di hilbijartinan de dît ku derdorên demokratîk dan der ku pêdivî bi dengê Ocalan heye. Di vê pêvajoyê de ji bo dengê Ocalan neyê bihîstin tecrîd hat kûrkirin. Lê ev bi kêrî kê hat? Helbet, bi kêrî derdora desthilatê hat. Ger di hilbijartinan de dengê Ocalan bihat bihîstin, belkî rewşa Tirkiyeyê ya niha pir cuda bûna. Lewma divê meseleya tecrîdê wekî meseleya mafên mirovan ên bingehîn û meseleyeke ku pêşiya Tirkiyeyê digire bê dîtin. Ji ber hindê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê divê hêzên şoreşger û pêşverû yên li Tirkiyeyê li dijî tecrîdê dengekî hevapr derxînin. Bi rastî jî li hemberî meseleyeke wiha nenîşandana helwestekê û danîne xwe li bêdengiyê pri ecêb e. Lewma divê tecrîd wekî meseleyeke sereke bê dîtin. Divê ehr kes ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gavina bavêje."    MA / Ergîn Çaglar