Rapora nexweşxaneyê ya ji bo girtiyê nexweş Ozkan: Li ser jiyana wî xetere heye 2023-06-22 10:53:02   AMED - Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê derheqê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan de rapor amade kir û ev hişyarî da: “Li ser jiyana wî xetere heye. Nikare bi tena serê xwe bijî û divê înfaza wî were taloqkirin.”    Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (84) ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê tê ragirtin, bi nexweşiyên weke dil, tansiyon, guatra jehrî, helîna hestiyan, gurçik, xerabûna rûviyan, zêde zeîfbûn, baş nebihîstin, baş nedîtin û windakirina hafizeyê hene. Tevî ewqas nexweşiyan jî Ozkan nayê berdan. Ozkan, gelek caran sewqî nexweşxaneyê tê kirin. Demek berê dîsa birin nexweşxaneyê û têkildarî rewşa wî ya tenduristiyê rapor hate amadekirin.    NEXWEŞIYÊN HATINE TESPÎTKIRIN   Ozkan, li beşên dahîliye, fîzîk, çav, guh-poz-qirik, cerrahiya giştî, norolojî, psîkiyatrî, sing, kardiyolojî, nevrolojî, urolojî û endokrînê yên Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ji hêla bijîşkên pispor ve hate muayenekirin. Di encama tetkîkan de derheqê Ozkan de raporek hate amadekirin û hat destnîşankirin ku Ozkan nikare li girtîgehê bimîne û xetere li ser jiyana wî heye.    Şandeya norolojiyê da zanîn ku pirsgirêkên Ozkan ên weke jibîrkirin û nebihîstinê hene û wiha got: “Êdî di rewşeke wisa de ye ku di nava jiyana rojane de di gelek mijaran de divê were arastekirin.” Şandeya kardiyolojiyê jî diyar kir ku nexweşiyên Ozkan ên korner arter, hîpertansiyon û derîçeya dil hene.    Di beşa “teşhîsê” ya rapora Ozkan de nexweşiyên hatiye tespîtkirin ev in: Demans, nexweşiya gurçikan a kronîk (merheleya 3’yan), kroner arter, hîpertansiyon, nexweşiya derîçeya dil, kerr bûn, bîlaretal katarakt û guatra toksît moduler.    RAPOR: XETERE LI SER JIYANA WÎ HEYE   Di beşa encamê ya rapora Lijneya Tenduristiyê de tê destnîşankirin ku Ozkan nikare di girtîgehê de bimîne û ev hişyarî tê kirin: “Xetere li ser jiyana Ozkan heye.” Di beşa behsa xeberê de bi domdarî wiha tê gotin: “Heke cezayê hikûmxwarî teqez were înfazkirin, ev yek teqez li ser jiyana wî xetereyê çêdike. Divê nexweşiya hikûmxwarî bidomdarî were tedawîkirin. Ji ber nexweşiya giran û seqetiya heyî, hikûmxwar nikare di mercên girtîgehê de bi tena serê xwe bijî. Hewcehî bi taloqkirina cezayê hikûmxwar heye. Divê kontrolên wî yên salane bên kirin. Nexweşiyên hikûmxwar li gorî Xala 104/2B a Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê ya nexweşiyên domdar, astengdarî û pîrbûnê ye.”    Hat zanîn ku piştî vê raporê, ji bo raporeke nû Ozkan dîsa li Saziya Tipa Edlî (ATK) a Stenbolê hatiye kirin.    27 SAL IN DI GIRTÎGEHÊ DE YE   Ozkan, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye. Tuggeneral Bahtiyar Aydin di 22’yê cotmeha 1993’yan de li navçeya Lice ya Amedê hate kuştin. Ozkan, di sala 1996’an de bi îdiaya kuştina Aydin li Mêrsînê hate binçavkirin û li ser îfadeyên du şahidan hate girtin. Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) Ozkan bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” darizand û cezayê muebbetê lê birî. 2 şahidan jî piştre diyar kirin ku îfadeyên xwe di bin îşkenceyê de dane. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî biryara binpêkirina “darizandina adilane” da. Li ser biryara DMME’yê, biryar hate dayîn ku Ozkan jinûve were darizandin. Doza Ozkan ji sala 2014’an heta niha didome.    Di pêvajoya girtîgehê de Ozkan bi gelek nexweşiyên giran ket. Lê tevî nexweşiyên xwe jî nayê berdan. Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê di 6’ê nîsana 2015’an de derheqê Ozkan de raporek amade kiribû û gotibû ku ji sedî 87’ê fonksiyonên laşê xwe winda kirine. Nexweşxaneyê rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” dabû lê ATK’ê bi rapora xwe ya “dikare di girtîgehê de bimîne” re nehişt Ozkan were tehliyekirin.    MA / Mehmet Guleş