Çawişê pispor ê di pevçûnê de birîndar bûbû mir 2023-06-22 11:55:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Çawişê pispor Alpay Aras ku di pevçûnên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê de birîndar bûbû, li nexweşxaneyê mir.     Êrişên dewleta tirk ên li dijî Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Federe ya Kurdistanê ji 17’ê nîsana 2022’yan heta niha bênavber didomin. Hat ragihandin ku pevçûnên li herêmê her ku diçe dijwartir dibin. Çawişê pispor ê bi navê Alpay Aras di pevçûneke 6 roj berê ya li herêmê de birîndar bûbû û ji bo tedawiyê rakiribûn GATA ya Enqereyê. Aras li nexweşxaneyê mir.