Daxwaza berdana girtiyê nexweş Ozkan hat redkirin 2023-06-22 13:36:00   EDENE - Danişîna doza têkildarî kuştina Tûxgeneral Bahtiyar Aydin ku derbarê Mehmet Emîn Ozkan de hatiye vekirin hat lidarxistin û Ozkan ji ber pirsgirêka SEGBÎS’ê beşdarî danişînê nehat kirin û daxwaza berdana wî jî hat redkirin.    Tuggeneral Bahtiyar Aydin di 22’yê cotmeha 1993’yan de li navçeya Lice ya Amedê hate kuştin. Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan jî di sala 1996’an de bi îdiaya kuştina Aydin li Mêrsînê hate binçavkirin û li ser îfadeyên du şahidan hate girtin. Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) Ozkan bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” darizand û cezayê muebbetê lê birî. Danişîna 30’yemîn a doza Ozkan a di çarçoveya jinûve darizandinê de li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat lidarxistin. Bi sedema ku pirsgirêk di Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) heye Mehmet Emîn Ozkan ê li Girtîgeha Amedê ya Jimara 1’an a Ewlehiya Bilind beşdarî danişînê nehat kirin. Li eywana danişînê jî lawê Ozkan, Ahmet Ozkan, parêzerên endamên ÎHD’a Edeneyê Yasemîn Dora Şeker, Yakup Ataş, Cahît Atak û Tugay Bek di danişînê de amade bûn.    Dozger xwest ku biryara rewşa înfaza Ozkan berdewam bike bê dayîn.    DAXWAZA BERDANÊ    Parêzeran parastina miwekîlê xwe Ozkan kirin, bal kişandin ser rewşa wî û raporên ku Saziya Tiba Edlî (ATK) û nexweşxaneyan dane û xwestin înfaz ango cezayê wî bê taloqkirin û ji girtîgehê bê berdan û biryara beraeta wî bê dayîn.      Şandeya dadgehê daxwazên parêzeran ên berdan û sekinandina înfaza Ozkan red kir û biryar da ku Ozkan girtî bê darizandin û danişînê taloqî 9’ê mijdarê kir.