HDP’a Edeneyê: Qetilkirina Derwêş, Şiwêş û Tûma sûcekî li dijî mirovahiyê ye 2023-06-22 14:18:51     EDENE - Rêxistina HDP’a Edeneyê têkildarî qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş ji hêla dewleta tirk ve daxuyanî da û wiha got: “Ya ku hatiye kirin sûcê li dijî mirovahiyê ye. Her wiha binpêkirina mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî ye.”    Rêxixistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê têkildarî qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û ajokarê wan ê suryan Firat Tûma ji hêla dewleta tirk ve li avahiya partiyê daxuyanî da.    Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tûlay Hatîmogûllari, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclisa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê, Tevgera Jinên Azad û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.    BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR   Parlamenter Hatîmogûllari beriya daxuyaniyê axivî û bertek nîşanî qetilkirina Derwêş, Şiwêş û Tûma da. Hatîmogûllari ev tişt anî ziman: “Ji bo ku gelê kurd xwedî statûyekê nebe, îktîdar çi ji dest tê dike. Divê hemû derdorên demokratîk li dijî van êrişan derkevin û têkoşîneke hevpar bidin.”    'SÛCEKÎ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’   Hevseroka HDP’a Edeneyê Helîn Kaya jî sûcên şer ên dewleta tirk rêz kir û da zanîn ku qetilkirina Derwêş, Şiwêş û Tûma sîcekî li dijî mirovahiyê e. Kaya, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev yek, binpêkirina mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî ye. Di serî de Neteweyên Yekbûyî, ev sûc li pêş çavê hemû cîhanê hatiye kirin. Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî li dijî van sûcan bêdeng man û bi vê yekê piştgiriyê didin van sûcan. Têkoşîna ku îro li dijî tarîtiya DAIŞ’ê li Rojava tê meşandin û modêla neteweya demokratîk a hatiye avakirin, bûye çavkaniya hêviyê ya gelên bindest. Lê belê Tirkiye û tifaqên wê yên qirêjî yên bi hêzên herêmî, êrişî Rojava û têkoşîna azadiyê ya jinên kurd dikin. Banga me ji bo tevahiya raya giştî ya navneteweyî ew e ku li dijî van êrişan bikevin nava liv û tevgerê. Em van êrişan şermezar dikin.”