Dadgehê îşkencekirina zarokan parast û cezayê bersûcan xera kir 2023-06-22 14:19:28   ERZIROM - Li Erziromê 75 sal cezayê ku li du bersûcên li kursek quranê îşkenceya sîstematîk li 14 zarokan kiribû hatibû birîn, hat xerakirin. Dadgeha Îstînafê îdia kir ku ev buyerek münferit e.    Li Erziromê di sala 2021’ê de li Kursa Quranê ya Haci Bahattîn Evgî ya Lawikan ku girêdayî Serokatiya Karên Diyanetê ye, bi awayek sîstematîk îşkence li 14 zarokan hatibû kirin. Midûrê wargehê Nuhî Karababa û wezîfedarê wir Ûgûr Gongur îşkence li zarokan kiribû. Ji sûcê “wezîfeya xwe xerab bikar aniye” û “îşkence” 39 sal cezayê hepsê li Nuhî Karababa û 36 sal cezayê hepsê jî li Ûgûr Gongur hatibû birîn. Dadgeha Îdareya Herêma Erziromê biryara cezabirîna dadgeha herêmî xera kir û dosyeyê dîsa şand ji dadgehê re. Dadgeha Îstînafê îdia dike ku îşkenceya hatiye kirin ne sûcê eziyetkirinê ye û ev îşkence wek munferît pênase kiriye.