Midûrê VASKÎ, personel û polîsan li şêniyên gund xistin 2023-06-22 15:34:20   WAN - Keya û welatiyên gundê Kêçanîsê ya bi ser navçeya Rêya Armûşê ve ji bo çareserkirina pirsgirêka ava gund çûn VASKÎ’yê. Polîs, midûr û personelan li gundiyan xist.    Şêniyên gundê Kêçanîsê ya bi ser navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ve tevî keyayê gund ji bo pirsgirêka ava gund çareser bikin çûn Midûriyea Îdareya Av û Kanalîzasyonê (VASKÎ) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê. Keya û şêniyên gund pirsgirêka ava gundê xwe ji midûrên berpirsiyar re vegotin. Lê midûrên wezîfedar heqaret li gundiyan kirin.    ÊRIŞÎ ŞÊNIYÊN GUND KIRIN   Keya û şêniyên gund nerazîbûn nîşanî heqaretê dan. Li ser vê yekê polîs jî hatin tev li meseleyê bûn. Gengeşî mezin bû û midûrê VASKÎ, polîsên parêzvanên şaredariyê û personelan li keya û gundiyan xist. Li cihê bûyerê welatiyek bi telefona xwe dîmenên kêliya êrişê girt. Di dîmen de xuya tê xuyakirin ku midûrê VASKÎ’yê êrişî şêniyên gund dike.    Keyayê gund Şakir Taşdemîr têkildarî bûyerê axivî û got: “Em ji bo çareserkirina pirsgirêka ava gundên xwe çûn VASKÎ’yê. Personelên wir li me dan û me avêtin derve. Destê lawê min û gundiyek me jî ji paş ve kelemçe kirin û derxistin derve.”