ÎHD’ê bertek nîşanî betal kirina Doza Licê da 2023-06-22 16:03:53   AMED - Şaxa ÎHD’a Amedê bertek nîşanî betalkirina Doza Licê da û wiha got: “Yekeya darazê ji mekanîzmaya edaletê dûr ketiye û veguheriye mekanizmaya fihêlkirina faîlan.”   Di 22’yê Cotmeha sala 1993’yan de 14 jê sivîl 16 kes li navçeya Licê ya Amedê hatin qetilkirin. Têkildarî komkujiyê doz hatibû vekirin û doz piştî 30 salan ji ber yek bersûcên dihate darizandin mir, hate betalkirin. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê têkildarî dozê daxuyaniyeke nivîskî weşand.     ‘MEKANÎZMAYA FIHÊLKIRINA FAÎLAN’    ÎHD’ê diyar kir ku ji roja doz hatiye vekirin ve, darizandin û tespîtkirina faîlan nehatiye armanc girtin û wiha got: “Faîl bi zirxê bêcezatiyê hatine parastin. Weke ku di mînaka dawî de jî me dît li dijî hêzên ewlehiyê yên li herêmê sivîlan qetil dikin yekeya darazê ji mekanîzmaya edaletê dûr ketiye û veguheriye mekanizmaya fihêlkirina faîlan. ÎHD’ê bal kişand ku divê demildest, dev ji polîtîkayên bêcezatiyê bê berdan.