Li Êlihê derbarê 25 kesan de biryara beraetê hat dayîn 2023-06-22 16:45:22   ÊLIH - Li Êlihê 25 kesên ji ber protestoya tayînkirina qeyûm dihatin darizandin, hatin beraetkirin.    Li Êlihê di sala 2016’an de dema qeyûm tayînî şaredariya Êlihê hatibû kirin, çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel û Xwediyê Îmtiyazê yê Jiyan Haberê Îdrîs Yayla jî di nav de 25 kes bi hinceta “li dijî qanûna meşan muxalefet kirine” doz li wan hatibû vekirin. Danişîna 14’emîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Êlihê hat lidarxistin.    Piştî parastinan dadgehê biryara xwe eşkere kir û derbarê 25 kesên ji dozê tên darizandin de biryara beraetê da.