Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin derket 6’an 2023-06-22 16:55:23   AMED - Hejmara kesên ji ber şerê di navbera malbatan ê li Bismilê de hatine girtin derket 6’an.    Di 15’ê hezîranê de li gundê Şîdada yê navçeya Bismil a Amedê ji ber nelihevkirina ser erd di navbera malbatên Taş û Alyamaç de şer derketibû. Di şer de Serhat, Halîl, Orhan û Mehmet Can Taş û Emîn û Selîm Alyamaç ku birayên hev bûn, kurên Selîm Alyamaç ên bi navên Muhammed û Omer û biraziyê wan Yûnûs Alyamaç jiyana xwe ji dest dabûn.    Serdozgeriya Komarê ya Bismilê têkildarî bûyerê lêpirsîn dabû destpêkirin û 3 dozger peywirdar kiribû. Di çarçoveya lêpirsîna dozgeriyê de ji bo 26 kesan biryara binçavkirinê hate dayîn. Ji kesên hatibûn binçavkirin îfadeyên 7 kesan hatibû girtin û 3 jê hatibûn girtin. Kesekê di çarçoveya lêpirsînê de hatibû binçavkirin û 2 kesên li nexweşxaneyê dihat dermankirin, piştî îfadeyên wan temam bûn ji hêla Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Bismilê ve hatin girtin.    Bi vê yekê re hejmara kesên hatine girtin derket 6’an.