ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-23 09:00:02   * Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Uysal bi lêv kir ku ji bo şikandina tecrîda girankirî berpirsyarî dikeve ser milê herkesî û destnîşan kir ku ji bo şikandina tecrîda girankirî divê li her qadê xetên têkoşînê bên birêxistinkirin.   * Parêzer Yûnûs Emre Guneş ku tecrîda Îmraliyê wekî "îşkenceya eşkere" pênase kir, bêdengiya baroya rexne kir û bang li baroyan kir ku li dijî pergala îşkenceyê ku peywira wan a sereke ye, rabin.    * Serokkomarê AKP'î Erdogan daxuyandibû ku dê di "12.12.2012 saet di 12.12’an de li Rihayê ava cihokan biherike, lê 3 hezar û 845 roj derbas bûne hê jî av di cihokan re neherikiye.    * Jinan ji bo serdema nû bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinê û gotin ku ew ê rêxistinbûyînê xurt bikin û li dijî êrişan li qadan bin.    * Rêveberiya girtîgehê dermanên Hîlmî Karaoglan nadê. Demarên mêjiyê Karaoglan xitimîne û divê tim dermanan bi kar bîne.    * Xelkê Wanê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî rojavayê Kurdistanê wek berdewamiya “dijminatiya kurdan” nirxandin û bal kişandin ser girîngiya yekitiya kurdan û gotin: “Ji xeynî berxwedanê tu rêyek din nîne.”    * Mexdûrên erdhejê yên Meletî ku zêdetirî 4 meh in di konan de dijîn bi lêv kirin ku pirsgirêka wan a ava paqij hê nehatiye çareserkirin. Mexdûrek erdhejê ji bo konteyner bigire li Kizilayê geriyaye û Kizilayê ji wan pirsa "Hûn xizmên şehîdan in an na?" kiriye.     * Balafirgeha Sêrtê di sala 1998’an de dest bi xizmetê kir û ji wê rojê heta niha her tim dikeve tamîratê. Lewma gelek seferên wê tên betalkirin an jî balafir neçar dimînin ku li balafirgehên bajarên din dadin.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 823’yan de berdewam bike.    * Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê rapora ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin amadekiriye dê li avahiya baroyê eşkere bike. (14.30)