Bang li baroyan kir: Li dijî tecrîdê rabin 2023-06-23 09:06:08 ÎZMÎR - Parêzer Yûnûs Emre Guneş ku tecrîda Îmraliyê wekî "îşkenceya eşkere" pênase kir, bêdengiya baroya rexne kir û bang li baroyan kir ku li dijî pergala îşkenceyê ku peywira wan a sereke ye, rabin.  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 24 sal in di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de tê tecrîdkirin. 27 meh in jî hemû serlêdanên ji bo hevdîtinê yên malbatê û parêzeran jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tên astengkirin. Parêzer herî dawî di 7'ê Tebaxa 2019'an de hevdîtin bi Abdullah Ocalan re kirine û ji malbatê jî Mehmet Ocalan herî dawî di 25'ê Adara 2021'ê de bi rêya telefonê hevdîtin bi birayê xwe Abdullah Ocalan re kiriye. Ji 25'ê Adara 2021'ê heya niha tu xeber ji Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Îmraliyê de nayê girtin.   Rêxistina Hiqûqnasên Ewropayî ya Mafên Mirovan û Demokrasiyê (ELDH), Rêxistina Hiqûqnasên Demokrat a Navanteweyî (IADL) û Lawyers for Lawyers, ji bo hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin û li dijî tecrîdê tevbigere di 5'ê Nîsana 2022'yan de serî li Komîteya Pêşîgirtina li ÎŞkenceyê ya Ewropayê (CPT) dabûn. Her wiha di 14'ê Îlona 2022'yan de jî ji 22 welatan 350 parêzer, ji bo hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bê kirin serî li Wezareta Dadê dabûn.    Li Tirkiyeyê jî di 10'ê Hezîrana 2022'yan de 775 parêzer serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn ku hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî di meha Mijdarê ya 2022'yan de serî li gelek baroyan dabû ku ji bo rakirina tecrîdê berprisiyariya xwe bi cih bînin. Lê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) jî di nav de bêdengiya gelek baroyan didome.    Rêveberê Navenda Giştî ya OHD'ê parêzer Yûnûs Emre Guneş pergala tecrîda ya Îmraliyê û hêla wê ya hiqûqî nirxand.    BERANBERIYA TECRÎDÊ: ÎŞKENCEYA EŞKERE   Parêzer Guneş destnîşan kir ku beranberiya hiqûqî ya tecrîdê "îşkenceya eşkere" ye û got ku ji roja ku Tirkiye hatiye avakirin heya niha bi înkarkirin, tunekirin, binpêkirina hiqûqê û mafên mirovan û pêkanînên antî-demokratîk û îşkenceyê di rojevê de ye û tecrîd jî yek ji van polîtîkayan e.    Guneş bilêv kir ku çendî Girtîgeha Îmraliyê girêdayî pergala hiqûqê ya Tirkiyeyê jî, lê li wir qanûn nayên pêkanîn û wiha pê de çû: "Di hiqûqa navneteweyî de ya ku Tirkiye jî alîgirekî wê ye, tecrîd tune ye. Berevajî vê hem di mewzûata qanûnî hem di qanûna înfazê hem jî di hiqûqa navneteweyî de wekî îşkenceyê hatiye diyarkirin û hatiye qedexekirin. Lê mixabin li ser birêz Abdullah Ocalan tecrîdeke mutleq û girnakirî tê domandin."    Guneş bilêv kir ku tu îzahiyateke nepêkanîna hevdîtina bi parêzeran û malbatê re tune ye û got: "Pêwendiya wan a bi derve re hatiye qedexekirin. A rast, ev ne qedexe ne jî. Gava tiştek bê qedexekirin divê zemîneke wê ya hiqûqî hebe. Ev pêkanîna hemû kêfî ne. Qedexeya hevdîtina bi parêzeran û malbatê re û cezayên dîsîplînê di qanûnên heyî de tune ye. Tirkiye mewzûata xwe binpê dike. Divê bi tu awayî hevdîtina kesekî ya bi parêzerên xwe re neyê qedxekirin. Gava ev bê kirin, bi kêfî tê kirin. Gava em li cezayên dîsîplînê yên bi destên îdareyê yan jî dadgeran tên birîn dinêrin, tu hêleke wan a hiqûqî tune ye. Ev hincet teblîxî parêzeran jî nayên kirin."    LI HEMÛ TIRKIYEYÊ BELAV BÛYE   Guneş destnîşan kir ku bêhiqûqîtiya li Îmraliyê li tevahiya welêt belav bûye û wiha domand: "Ev yek, gefê li pergala hiqûqê ya Îmraliyê jî dixwe. Birêz Abdullah Ocalan aktorê sereke ye ji bo li Tirkiyeyê pêşî li ber aştî û demokrasiyê bê vekirin. Aktor û muxatabê sereke ew e. Metot û pratîkên birêz Abdullah Ocalan ên ji bo meseleya kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin, hem li qada neteweyî hem jî li ya navneteweyî olan dide. Lê desthilata siyasî li hemberî vê şer kûr dike û polîtîkayeke li ser esasên tunehesibandina çand û zimanê kurdî, nasname û statuya kurdan dimeşîne. Sedemeke sereke ya tecrîdê jî ev e. Paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan û têkoşîna ji bo vê paradîgmayê li seranserê cîhanê olan dide. Mînaka wê ya berbiçav Rojava ye. Desthilat li dijî vê paradîgmayê li her derî şer dike û dixwaze hebûna xwe bidomîne."    'CÎHAN ŞIRÎKÊ VÎ SÛCÎ YE'   Guneş bal kişand ser bêdengiya cîhanê ya ji bo polîtîkaya tecrîdê û got: "Mekanîzmayên venihêrînê yên navneteweyî û saziyên navneteweyî şirîkên vî sûcî ne. CPT, hê rapora xwe ya der barê serdana dawî de eşkere nekiriye. CPT, berprisiyariya xw enayne cih û bi vê helwesta xwe dibe parçeyeke vê tecrîdê. Her wiha DMME'yê heya niha gelek caran biryara binpêkirinê daye. Lê ev kontrol nekirin û tu mueyîdeyeke wê ya li hembrî Tirkiyeyê jî çênebû. Gelek mekanîzmayên navneteweyî hene, lê bepirsiyariya xwe naynin cih. Ev jî nîşan dide ku hêzên hegomon ên navneteweyî ji berbelavbûna paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan ditirsin. Hemû sazî bi bêdengiya xwe dibin şirîkê vî sûcî."    ÇIMA BARO BÊDENG IN?   Guneş anî ziman ku ger tecrîd bidome dê ji bo welêt bibe cihê encamên giran û wiha got: "Dê şer, krîza aborî, tunehesibandina azadiya maf û azadiyan jî kûr bibe. Me OHD, ji bo bidawîbûna tecrîdê serî li baroyan da ku berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Her wiha me ji bo vê bang li Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê jî kir. Ji lew re tecrîd rêbazeke îşkenceyê ye. Û berpirsiyariya sereke ya baroyan jî li dijî pergala îşkenceyê rabin û li dijî wê xwedî helwest bin. Lê ne Yekîtiya Baroyan ne jî baro berprisiyariya xwe naynin cih. Ji berprisiyariyê direvin. Kî li hemberî vê pêvajoyê xwe li bêdengiyê deyne, ew dibe terefê vê pêvajoyo."    MA / Semra Tûran - Delal Akyuz