Dermanên girtiyê nexweş nadinê 2023-06-23 09:09:04   TEKÎRDAG - Girtiyê nexweş Hîlmî Karaoglan li Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê tê ragirtin û demarên mejiyê wî xitimîne. Divê Karaoglan her tim dermanan bi kar bînin û lê dermanên wî nayên dayîn.     Di 23'yê gulanê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê ya li hemberî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de, ji kesên hatibûn binçavkirin 24 jê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. Ji kesên girtî tenduristiya Hîlmî Karaoglan her ku diçe xirabtir dibe. Karaoglanê 68 salî ku di Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê de ye, ji sedî 80'yê demarên mêjiyê wî xitimîne û ji xeynî vê nexweşîna pişikê, gurçikan û rizandina lebatan pê re hene.    DIVÊ 15 ROJAN CAREKÊ BÊ KONTROLKIRIN   Serkan Karaoglan, kurê Hîlmî Karaoglan diyar kir ku bavê wî bi salan e di nava siyasetê de bûye, lê 5-6 sal in ji ber nexweşînên xwe bi awayekî çalak nikare di nava siyasetê de cih bigire. Karaoglan ragihand ku bavê wî bypass bûye û gelek caran jî anjyo bûye û wiha got: "Rojê 16-17 saetan di nava nivînan de ye. Rojê 7-8 saetan bêhna xwe vedide. Çend caran li nexweşxaneyê raza. Bi taybetî jî berî ku bê girtin, bijîşk jê re got divê 15 rojan carekê bê kontrolê. Berê 3 mehan carekê diçû kontrolê. Lê vê carê daxistin 15 rojan. Anku bavê min ev qasî nexweş e. Divê hin kes tim lê miqate bin. Nikare bi xwe xwarina xwe çêbike."    DERMANÊN JIYANÎ NAYÊN DAYÎN    Karaoglan bilêv kir ku nizanin bê ka şert û mercên li girtîgehê çi ne û li bavê wî tê nerîn yan na û wiha axivî: "Ger ji nişka ve tiştek bê serê bavê min, dê kî mudaxile bike? Li vir 15 rojan carekê kontrola wî heye. Lê li girtîgehê kes vê nake. Demarên mêjiyên wî girtî ne. Nikare rahêje îskaneke çayê. 30 cure dermanan dixwe. Girtîgehê dermaneke wî ya pir girîng du hefteyan nedaye wî. Daxwazname daye rêveberiya girtîgehê û gotiye 'ev dermaneke jiyanî ye.' Lê du hefte ne gotine 'tune ye' û nedane wî."    HEYET: NEXWEŞÎNA TE PIR GIRAN E   Karaoglan anî ziman ku di 20'ê hezîranê de bi telefonê bi bavê xwe re axiviye û bavê wî gotiye şandeya tenduristiyê gazî wî kiriye. Karaoglan, wiha got: "Bavê min ji ber nexweşîna xwe daxwazname daye. 2 roj berê çûye cem şandeyê. 4 bijîşkan lê mêze kiriye. Yek ji van jî yê singê bûye. Jê re gotin 'nexweşîna te pir giran e.'"    HDK TÊ 'TERORÎZEKIRIN'   Karaoglan anî ziman dewlet dixwaze HDK'ê terorîze bike û wiha domand: "HDK, rêxistineke ku rêxistinên civaka sivîl û partî di bin banê wê de ne. Bavê min jî ji ber ku di bin banê wê de xebitî hat girtin. Sûcê wî 'endamtiya rêxistina terorê' ye. Bavê min dê çawa çekdar be? Nexwe bila çeka wî nîşan bidin. Bila bibêjin 'li vir ketiye şer, li vir ketiye pevçûnê?' Li orta Tekîrdagê, li orta Stenbolê çawa çêdibe ku rêxistineke çekdar hebe? Nêzî 70 salî ye. Em behsa kesekî ku nikare ji xwe re îskaneke çay dem bike dikin. Ev zilam dê çawa endamê rêxistineke çekdar be?"    ‘DÊ KÎ HESAB BIDE?'   Karaoglan diyar kir ku girtiyên nexweş rastî îşkenceyê tên û axaftina xwe wiha qedand: "Îşkence tenê ne fîzîkî ye. Bi vî awayî girtina nexweşan hovîtî ye. Kesekî ku pêdiviya wî bi alîkariyê heye digirin. Ger bavê min li wir bimire, dê kî hesabê vê bide? Ma ne heyf e?"   MA / Rûkiye Adiguzel