Li girtîgehê mirina biguman: Hate îdiakirin ku sewqî nexweşxaneyê nekirine 2023-06-23 09:40:28   ANTALYA - Hate diyarkirn ku girtiyê edlî yê bi navê K.S. ku li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê dihate ragirtin, di 11’ê hezîranê de li qawişa xwe mirî hatiye dîtin. Hate îdiakirin ku tevî nexweşiyên wî jî girtî sewqî nexweşxaneyê nehate kirin.    Hate diyarkirin ku li Antalyayê girtiyê edlî yê bi navê K.S ku li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê dihate ragirtin, di 11 hezîranê de li qawişa xwe mirî hatiye dîtin. Cenazeyê K.S. piştî kirariyan radestî malbata wî hate kirin û li Goristana Kale Yamaci ya navçeya Alanya hate veşartin.    Hate îdiakirin ku K.S. yê 2 sal in ji ber sûcê “Tiryakê” girtî bû, di 5’ê hezîranê de ji ber vereşîn û bêhaliyê hefteyekê çûye revîrê û hatiye lê sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin. Hate ragihandin ku nexweşiyên tansiyon, şekir û kolesterol ên K.S. hebûn, tevî ku gelek caran xwestiye sewqî nexweşxaneyê bê kirin jî daxwaza wî nehatiye bicihanîn.     Girtîgeha ku em bi telefonê lê geriyan, têkildarî mijarê agahî nedan.