Bi milyonan lîre hatin xerckirin lê balafir ji cihê xwe nalivin! 2023-06-23 09:54:24   SÊRT - Balafirgeha Sêrtê di sala 1998’an de dest bi xizmetê kir û ji wê rojê heta niha her tim dikeve tamîratê. Lewma gelek seferên wê tên betalkirin an jî balafir neçar dimînin ku li balafirgehên bajarên din dadin.    Balafirgeha Sêrtê di sala 1998’an de hate vekirin û ji bilî leşker, polîs, burokrat û kesayetên nêzî îktîdarê hema hema tu kesî nekarî bi kar bîne. Di 5 mehên ewil ên sala 2023’yan de hejmara balafirên dadayîn û rabûn 214 bû. Ji ber ku sefer her tim dihatin betalkirin û bi saetan rotar dikir, welatî mexdûriyeteke mezin dijîn. Welatiyên mexdûr dibin jî bi wê mexdûriyeta xwe dimînin û tu alîkarî jê re nayê kirin. Gelek rêwî neçar dimînin dadin Balafirgeha Êlihê yan jî ya Amedê.    Balafirgeh, li ser rêya Dîlektepeyê û nêzî gundê Pinarcayê hatiye çêkirin. Avahiya termînala wê derdora hezar û 100 metrekare ye. Ji ber ku ji binesaziya teknîkê bêpar e, gelek caran di dadan û firînê de pirsgirêk derdikevin û sefer tên betalkirin. Îktîdara AKP’ê jî beriya her hilbijartinê soza balafirgeheke nû dide xelkê Sêrtê. Lê ev soz nehatin bicihanîn. Dîsa biryar dan ku balafirgeha heyî were tamîrkirin. Piştî vê biryarê, balafirgeh ji nîsana 2017’an heta niha bi sedema binesaziya teknîkî, dirêjkirina pîstê û xebatên tamîrkirinê, balafirgeh ji firînê re hate qedexekirin.    ÎHALE DAN NAMZETÊ AKP’Î   Tamîrata balafirgehê bi 22 milyon lîreyan dan îhaleyê. Ev îhale jî dan şîrketên “Bînbay Yapi” û “Îzbay Înşaatê.” Hêjayî bibîrxistinê ye ku xwediyê “Bînbay Yapiyê” bernamzetê parlamenteriyê yê AKP’ê yê sala 2018’an Bedrettîn Bînbay e. Lê îhale di dema hatiye diyarkirin de nehat xelaskirin û piştre hate betalkirin. Di 1’ê adara 2018’an de tamîrata balafirgehê dîsa dan îhaleyê û vê carê jî bi 24 milyon lîreyan dan Şîrketa Lîmîted a Înşaet Bazirganî Muşawirî Pîşesazî û Bazirganiyê ya Întîmê û Şîrketa Anonîm a Binesazî Seravayî Pîşesazî û Bazirganiyê ya Îmajê. Xwediyê Şîrketa Lîmîted a Înşaet Bazirganî Muşawirî Pîşesazî û Bazirganiyê ya Întîmê jî Mehmet Alî Altandag e ku navê wî bi îhaleyên ji dewletê girtin re her tim di rojevê de ye.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di Kongreya Bajar a Sêrtê ya partiya xwe de ji bo balafirgeha nayê bikaranîn wiha gotibû: “Dê balafirgeheke duyemîn neyê çêkirin. Me biryar da ku dê pîsta balafirgeha heyî were dirêjkirin û li ber trafîka hewayî were vekirin. Çawa ku bi dawî bû dê êdî balafir lê rabin. Dê di vê demsala havînê de êdî dest bi seferan bike.”    SEFERÊN HER CARÊ TEN BETALKIRIN   Piştî axaftina Erdogan, Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê yê demê Ahmet Arslan jî da zanîn ku ji ber ILS tune ye, tenê balafirên biçûk dikarin li balafirgehê dadin û piştî danîna cîhazê ILS’ê û bicihkirina qadên soptê li serî û dawiya pîstê, dê balafirgeh di hezîrana 2018’an de dest bi xizmetê bike. Piştî tamîrata hatiye kirin, balafirgeh di 6’ê adara 2019’an de bi toreneke ku Waliyê Sêrtê Alî Fûat Atîk jî tev li bûbû dest bi seferan kir. Lê belê demek piştre bi sedema mija zêde dîsa seferên balafiran hatin betalkirin.    DI SALA 2021’AN DE 5 ROJAN VENIHÊRÎN HATE KIRIN    Dîwana Çavdêriya Darayî di rapora xwe ya venêrînê ya sala 2021’an de tespît kir ku peywirdar bi awayekî rêkûpêk li ser karê xwe nasekinin. Di raporê de hat destnîşankirin ku Balafirgeha Sêrtê jî di nav de, ji bo lêkolînkirina kontrola 8 avahiyan, rê jî di nav de 13 personel ji bo 342 rojan hatine peywirdarkirin û ev tespît hate kirin: “Hat dîtin ku di karê Çêkirina Avahiya Ewlekarî-Ewlehiyê û Pêvekên Balafirgeha Sêrtê de tevî rê tenê 5 rojan hatine peywirdarkirin.” Di raporê de hate diyarkirin ku vê rewşê rîska kontrolê zêde kiriye.    BACA DAMGAYÊ NEHAT KONTROLKIRIN   Di Rapora Venêrînê ya Dîwana Çavdêriya Darayî de derket holê ku pirsgirêka hejmara kêm a xebatkaran heye û wiha hat gotin: “Mitahidên Çêkirina Avahiya Ewlekarî-Ewlehiyê û Pêvekên Balafirgeha Sêrtê bi hinek mitehidên re peyman îmze kirin. Hat tespîtkirin ku nehetiya kontrolkirin bê ka baca damgayê ya ji ber peymanê hatiye dayîn an na.”    XISTIBÛN ROJEVA MECLISÊ    Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê ya wê demê Meral Daniş Beştaş di 8’ê îlona 2022’yan de têkildarî Balafirgeha Sêrtê pêşnûmepirsek dabû meclisê û xwestibû ku Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Karaîsmaîloglû pirsên wê bibersivîne. Di pêşnûmepirsê de Beştaş bal kişandibû ser rêwîtiyên ku saetek an jî nîvsaet beriya firînê tên betalkirin. Di pêşnûpirsê de hat destnîşankirin ku gelek welatî ji ber betalkirina firînan mexdûr dibin, pereyê welatiyan lê nayên vegerandin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî tu muxatab holê xuya nakin.    DI SALA 2022’YAN DE BALAFIR TENÊ 518 CARAN RABÛN   Karaîsmaîloglû di nava 15 rojên yasayî de bersiv neda Beştaş û piştre jî têkildarî mexdûriyetên rêwiyan axivî û bal kişand ser giştînameya “SHY-RÊWΔ. Her wiha li gorî daneyên sala 2022’yan ên Xebitandina Qadên Hewayî yên Dewletê (DHMÎ) ya girêdayî Wezareta Veguhestin û Binesaziyê; di sala 2022’yan de 518 caran balafir ji Balafirgeha Sertê rabûne.     BALAFIRÊN NIKARIN DADIN    Balafirên ji ber mija zêde nikarin dadin Balafireha Sêrtê, ji balafirgehên Êlih û Amedê re tên şandin. Rêwiyên li van bajaran paya dibin, bi mînîbûsan li bajar tên veguhestin. Herî dawî jî balafira bi hejmar 2657 di 22’yê hezîranê de ji Sêrtê ber bi Stenbolê ve diçû, bi hinceta erizayeke teknîkî neçar ma ku li Balafirgeha Êlihê dade. Rêwiyekî di balafirê de li ser medyaya civakî wiha bertek nîşan da: “Seferên me yên Sêrt-Êlihê dest pê kirine. Ez çavê dewlemeniyê bixwim. Em ji bo Êlihê balafiran radikin. Çil salê carekê balafirek ji Sêrtê rabû lê wê jî li Êlihê dada.”    MA / Fethî Balaman