Rojnameger Bêrîtan Canozer hate berdan 2023-06-23 10:58:14   AMED - Ji bo nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer biryara tehliyeyê hate dayîn.    Nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer di 25’ê nîsanê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibû binçavkirin û piştre tevî 4 hempîşeyên xwe hatibû girtin. Derheqê rojnameger Canozer de biryara tehliyeyê hate dayîn.    Derheqê Canozer de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianameya hatibû amadekirin û îdianame ji hêla 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hatibû qebûlkirin. Şandeya dadgehê li ser dosyayê lêkolîna girtîbûnê kir û ji bo Canozer biryara berdana bi şertê kontrola edlî da.    Di biryara tehliyeyê de delîlên şênber tunene ku rewşa delîlan biguhere, delîlên şênber ên ji bo îxtîmala wesfa sûcê pê tê tawanbarkirin nînin û tu delîlên şênber nînin ku Canozer bireve yan jî delîlên heyî tune bike.    Tê payîn ku piştî biryar ji girtîgehê re hate şandin dê Canozer were berdan.