VEDAŞ’ê saetên ceyranê yên sîteyan di qaseyan de bi cih kirin 2023-06-23 12:20:10   WAN - Şîrketên belavkariyê ku li Wanê û gelek bajarên din ên Kurdistanê saetên ceyranê birin ser stûnan, vê carê jî saetên ceyranê yên sîteyan di qaseyên kilîtkirî de bi cih kirin.     Şîrketên belavkariyê ku li Wanê û gelek bajarên din ên Kurdistanê di sala 2020’an de saetên ceyranê ji deriyên malan vekirin û birin ser stûnan, vê carê jî saetên ceyranê yên sîteyan di qaseyên kilîtkirî de bi cih kirin. Tîmên Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Gola Wanê (VEDAŞ) li gelek herêmên Wanê dest bi pergala qaseyên kilîtkirî kir. VEDAŞ a berê xwe da sîteyên mezin ên li bajêr, panoyên ceyranê yên li sîteyan jê dike, di qaseyên kilîtkirî de bi cih dike. Bi vê pêkanînê welatî wê nizanin ku çiqas ceyran xerckirine.