Îdianameya rojnameger Canozer: Nûçe weke sûc hatin dîtin 2023-06-23 13:04:07   AMED - Ji bo nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer biryara tehliyeyê hate dayîn. Di îdianameya Canozer de nûçeyên hatine çêkirin û xebatên rojnamegeriyê weke sûc hatin nîşandan.    Nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer di 25’ê nîsanê de hate binçavkirin û girtin. Derheqê Canozer de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianame hate amadekirin. Piştî qebûlkirina îdianameyê, Canozer hate tehliyekirin. 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li ser dosyayê lêkolînê girtinê kir û biryar da ku Canozer bi şertê kontrola edlî were berdan. Danişîna ewil a Canozer jî dê di 25’ê cotmehê de were lidarxistin.    JINNEWS HATE KRÎMÎNALÎZEKIRIN   Îdianame ji 40 rûpelan pêk tê û li ser îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji bo Canozer ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin. 6 rûpelên ewil ên îdianameyê ji “Avadaniya KCK’ê” û îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik pêk tê. 32 rûpelên din jî ji nûçeyên ji ajansê hatine kopîkirin, pêk tê. Di rûpelên dawî de nûçeyên ku Canozer çêkirine, anonsên nûçeyan ên bidîmen, lînkên nûçeyan ên di kanala Youtube ya JINNEWS’ê hatin bicihkirin. Akbiyik, JINNEWS a ku Canozer lê dixebite weke “saziya weşanê ya rêxistinê” pênase kir û îdia kir ku Canozer “bi fermana rêxistinê” dixebite.    Di îdianameyê de her wiha hat îdiakirin ku JINNEWS a ku weşangeriya jinê esas digire, weşanegeriyeke bêalî nake.    NÛÇE WEKE SÛC HATIN NÎŞANDAN    Di îdianameyê de hevpeyvînên bi parlamenterên jin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û jinên siyasetmedar re hatine kirin weke sûc hatin nîşandan. Qetilkirina jinên kurd ên siyasetmedar, nûçeyên têkildarî zimanê kurdî, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî di nav de bi giştî 18 nûçeyên di JINNEWS’ê de hatine weşandin weke sûc hatin nîşandan.    QEYDÊN HTS’Ê YÊN CANOZER Û HEVALÊN WÊ YÊN XEBATÊ WEKÎ HEV IN!    Di îdianameyê de tê gotin ku qeydên HTS’ê yên Canozer û du hevalên wê yên xebatê yên li heman cihî dixebitiyan, mîna hev in. Û ev yek weke sûc hate hesibandin. Di heman demê de wêneyên Canozer di dema şopandina Newrozê de kişandin jî di îdianameyê de cih girtin.