Li Dayika Aştiyê Turkekul 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birîn 2023-06-23 15:02:37   AMED - Li Dayika Aştiyê Hayriye Turkekûl bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn.    Danişîna biryarê ya doza derbarê Dayika Aştiyê Hayriye Turkekûl (73) de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin. Turkekûl û parêzerê wê Mehdî Ozdemîr di danişînê de amade bûn. Danişîn bi dûbarekirina dozger a mutalaayê dest pê kir. Dozger, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakî û aktîvîte û çalakiyên greva birçîbûnê ku Turkekûl tev li bûye weke hêman sûc nîşan dan. Dozger piştgiriya Turkekûl a ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a di sala 2019’an de kete çalakiya greva birçîbûnê kiriye û endamtiya wê ya Komeleya Jinan a Rosayê ye kir hincetê “endamtiya rêxistinê”.   Parêzer Mehdî Ozdemîr, diyar kir ku muwekîla wê Turkekûl bêsûc e û daxwaza beraeta wê kir. Turkekûl jî parastina xwe ya beriya niha dubare kir û daxwaza beraeta xwe kir.    Şandeya dadgehê mutalaaya dozgeriyê esas girt û li Turkekûl 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birî.    JIN ENDAMTIYÊ RE BERAET DABÛ   Beriya niha jî têkildarî endamtiya Komeleya Jinan a Rosayê ku kirin hinceta ceza girtina Turkekûl, derbarê Fatma Gultekîn de jî doz hatibû vekirin. 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê derbarê Gultekînê de biryara beraetê dabû.