ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-24 09:00:16       * Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî binpêkirinên mafan û zexên derûnî didome.   * Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan, avêtina ser qawîşan veguheriye tiştekî sîstematîk. Di avêtina ser qawîşan de eşyayên girtiyan tên desteserkirin û çendî pirnaiya girtiyan ne li wir bin jî lêgerîn didome.    * Înfaza cezayê Aysel Tûglûkê ku ji ber nexweşîna Demansê hatibû berdan, bi rapora "nikare bi tena serê xwe bijî" ya ATK'ê saleke din jî hat taloqkirin.    * Serokê Yekîtiya Hilberînerên Şîr a Îdirê Îlhan Artan anî ziman ku mesrefên sewalvan her roj zêde dibin û got: "Cotkar bikire jî poşman e bifiroşe jî poşman e."    * Aktivîst Naeema Asadî, diyar kir ku li Afxanistanê jin bêyî mêran nikarin derkevin derve û got: "Lê dê têkoşîna jinan a li hemberî hemû zext û zoriyan bidome."    * Li Meletiya ku di erdhejê de gelek avahî lê hilweşiyan, piştî erdhejê kirêyên xaniyan bihabûn. Welatiyên ku ji ber xaniyên wan xesar gihiştiyê xaniyên kirêkirî digerin, destnîşan kirin ku beriya erdhejê kiriyên xaniyan 2 hezar bûn û piştî erdhejê jî di bin 10 hezaran de xaniyên kirêkirî nînin.    * Hevala têkoşînê ya Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş a di êrişa hewayî ya dewleta tirk de hate qetilkirin, Semîra Hac Elî ku têkoşîna Derwêşê vegot, wiha got: “Yûsra bi zanebûna jineke kurd a azad, her tim li pêş bû.”   * Li Şirnex û navçeyên wê ji ber hejmara zêde ya birîna sînyalê, endezyar nikarin cîhanên xwe yên pîvandina erd bi kar bînin û di mijara şebekeyê de jî welatî zehmetiyan dikêşin. Endezyarê Nexşeyê Salih Basan diyar kir ku ji ber van amûran nikarin bixebitin û tevî hewldanên wan jî pirsgirêk nayê çareserkirin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 824’emîn de berdewam bike.   * Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê dê li Amed û Êlihê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" berdewam bikin. (11.00-12.00)    * Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin dê di hefteya 952'yemîn de çalakiya xwe berdewam bike. (12.00) ZINDÎ   * Şaxên ÎHD'ê yên Stenbol, Îzmîr û Enqereyê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê wek her hefteyê daxuyaniyaniya çapemeniyê bidin. (13.30)