Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin 2023-06-24 09:01:49 ÎDIR - Serokê Yekîtiya Hilberînerên Şîr a Îdirê Îlhan Artan anî ziman ku mesrefên sewalvanan her roj zêde dibin û got: "Cotkar bikire jî poşman e, bifiroşe jî poşman e."    Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), di adara 2023'yan de hilberandina şîrê çêlekan 911 hezar û 760 ton e, lê ev di meha Nîsanê de kêm bûye, daketiya 879 hezar û 602 tonî. Bihabûna êm, ka û dermnanan kiriye ku sewalvan heywanên xwe bifiroşin û ji ber vê her diçe hilberandina şîr jî kêm dibe. Serokê Yekîtiya Hilberînerên Şîr a Îdirê Îlhan Artan anî ziman ku sewalvan ji mecbûrî heywanên xwe difiroşin.    HEYWANÊN XWE DIFIROŞIN   Artan bal kişand ser mesrefan û got: "Kîseke êm hema bibêje bûye hezar lîre. Sewalvan şîr bi 11 TL'yan difiroşe, lê qezenc nake. Dewlet jî sê mehan carekê desteka şîr dide, lê mandira sûdê ji vê hîbeyê nagirin. Ji ber vê, sewlavan jî ji mecbûrî heywanên xwe difiroşin. Balyeyeke kayê 70-80 lîre ye, kirêya salane ya mêran 300-400 hezar TL ye. Ji ber ku tiştek di destê sewalvanan d enamîne, ji mecbûrî heywanên xwe difiroşin."    MESREFA MEHANE YA ÇÊLEKÊ 5 HEZAR TL YE   Artan destnîşan kir ku ji bo sewalvan karibin hilberînê bikin pêdivî bi alîkarî û teşwîqan heye û ev tit gotin: "Ger piştgiriya sewalvanan bê kirin, dê tu kes mexdûr nebe. Gava sewalvan ji bo çêlekekê giha, ka û êm bikire, mesrefa wê ya mehan 4-5 hezaran derbas dike. Heqê şivan, kirêya mêran û heqê dermanan heye. Sewalvan nikare ji bin vî barî rabe. Ji mecbûrî heywanên xwe difiroşe. Divê dewlet tiştekî bike. Sewalvan herî zêde ji ber fiyetê êm bi gilî û gazin cin. Her diçe fiyetê mêragn biha dibe. Gelê Îdirê ji bo mêrgan diçe Qers, Agirî û Erziromê. Ger neçe dê heywanên wan bimirin. Min bi xwe jî çend roj berê 200 mihên xwe firotin. Nikarim ji bin mesrefan rabim."    Ê DIKIRE POŞMAN, Ê DIFORŞE POŞMAN   Artan diyar kir ku gava sewalvan heywanên xwe difiroşe nikare heywanan bikire û wiha pê de çû: "Min 200 mih firotin, lê nikarim bi wî pereyî 200 miha bikirim. Fiyetê dermanên ji bo carekê bûye 50-80 TL. Ev ji bo sewalvanan pir biha ye. Gava heywanek nexweş bikeve, sewalvan nikare ji bo wê dermanan bikire. Çend roj berê beytar hat, min 2 hezar û 700 TL pere da wî. Sewalvan gava heywanan dikir epoşman dibe, gava difiroşe poşman dibe. Ma li vê herêmê ji xeynî sewalvaniyê çi heye? Sewalvan şîrê heywanên xwe bi 11 lîreyan difiroşe, lê herî zêde mandira qezenc dikin. Êdî tu tişt ji destê Yekîtiya Şîr nayê. Ji sala 2014'an ve tim endamên me kêm dibin. Ger wiha biçe em ê yekîtiyê bigirin."    DERMAN NESTANDIn, NEXWEŞÎN BELAV BÛ   Artan bal kişand ser nexweşîna tebeqeyê ya li herêmê û got: "Gelek dever demeke dirêj girtî man. Ji ber ku nikaribûn dermanan bikirin. Nexweşîn pir belav bûye. Ger derman erzan bûna, dê sewalvanan ew bikiriyana. Ger dewletê heqê van dermanan bidana, dê wiha nebûna. Gava heywanek nexweş bikeve û derman tune be, nexweşîn belav dibe. Ev nexweşîn ji ber heywanên îtxal belav dibe. Heywanên tên nexweşîn bi wan re heye."   Artan destnîşan kir ku er xuya dike ku dê dawî li pirsgirêkên sewalvanan neyê.    MA / Bêrîvan Kûtlû