Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn 2023-06-24 09:56:56   AMED - Rojbîn Şahîn a hevjîna rojnamevan Mehmet Şahîn ê ku girtî ye diyar kir ku bi guhertina midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan a Ewlehiya Bilind re binpêkirinên li girtîgehê jî zêde bûne.    Li Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan a Ewlehiya Bilind binpêkirinên mafên girtiyan zêdetir dibin. Malbata rojnamevan Mehmet Şahîn ku girtî tê darizandin û malbatên girtiyên din li dijî binpêkirinên mafan û rewşa nehiqûqî ku diqewime bi daxwaza piştevaniya hiqûqî serî li Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) dan. Hevjîna rojnamevan Mehmet Şahîn, Rojbîn Şahîn behsa binpêkirinên mafan ku diqewimin kir.    MIDÛR GUHERÎ BINPÊKIRIN JÎ ZÊDE BÛN    Şahîn bi bîr xist ku hevjînê wê salek zêdetir e girtî ye û destnîşan kir ku ev bêhiqûqî bi muameleya xerab a li girtîgehê didome. Şahîn diyar kir ku bi têra xwe xwarinê nadin girtiyan û got ku bi guhertina midûrê girtîgehê re binpêkirina mafan zêde bûne. Şahîn anî ziman ku ji bo binpêkirinên li girtîgehê bi dawî bibin ew hewl didin bi midûrê girtîgehê re hevdîtinê pêk bînin û got ku hevdîtina ku xwestine bi xizmên girtiyan re pêşî lê bê girtin û di encama israra wan de hevdîtin pêk hatiye.    ZEMÊ DIKIN HINCETA XWARINA NEBAŞ    Şahîn anî ziman ku di hevdîtinê de binpêkirinên hatine kirin jî wiha got: "Dema me pirs kir ku çima xwarin pir xerab e û çima porsiyon kêm bûne, wan bersiveke bêwate û necidî 'we tama xwarinê tam kiriye' weke ku henekê xwe dikin dan me. Dûvre got ku 'ji ber buhabûna xwarinê ku bi zêdebûna enflasyonê re li girtîgehê porsiyonên xwarinê kêm bûn’. Birîna avê ya kêfî heye. Dema ku me sedema vê yekê jî pirsî, sedema nûjenkirinê şebekeya avê nîşanî me dan.”   NAME NAGIHÎJIN DESTÊ GIRTIYAN    Şahîn da zanîn ku girtî nikarin pêdiviyên xwe yên şexsî bi cih bînin û wiha got: “Tiştên ku berê ji kantînê bi pereyên xwe kirîne di dema lêgerîna qawîşê de bi hinceta qedexe ne, desteser kirine. Hemin qedexe ye çima li kantînê tê firotin? Ew di dema lêgerînê de wê berhev dikin û dûv re heman tiştan ji kantînê careke din têne kirîn. Name û pirtûk nagihîjin destên wan. Pirtûkên ku em dişînin, piştî ku bi mehan di depoyê de tên ragirtin bi hinceta kotayê nadin wan. Girtiyên ji ber bûyerên ku qewimîn gelekî aciz in, anîn ziman ku ger şert û mercên wiha dewam bikin ew ê tu carî vê rewşê qebûl nekin.”    JI BO LÊGERÎNA LI GIRTÎGEHÊ HÊZ JI DERVE ANÎNE    Şahîn diyar kir ku rêveberiya girtîgehê baweriya xwe bi gardiyanên dixebitîne nayîne nîne û got: “Di lêgerîna dawî de ji girtîgeheke din gardiyanek anîn û lêgerîn hat kirin. Midûrê girtîgehê di korîdoran de li gardiyanan qîr dike û berê wan dide ser girtiyan. Dema girtî diçin nexweşxaneyê yan jî cihekî din lêgerîna tazî li wan tê kirin. Kesên ku vê yekê qebûl nakin nabin nexweşxaneyê. Wan dernaxin hewadariyê. Hewl tê dayîn ku bi hincetên curbicur hevdîtin bên astengkirin.”    LÊFERZKIRINA LÊGERÎNA TAZΠ   Şahîn anî ziman ku ji ber hincetên cuda dema hevdîtinê hatiye kêmkirin, der barê pêkanînên li ser xizmên girtiyan de wiha got: “Tevî ku yên ewil diçin girtîgehê em in jî bi GBT û hincetên cuda pêvajoya qebûlkirina me dirêj dikin. Dema serdana me bi vî awayî dixwin. Em nikarin dema xwe bi tevahî bikar bînin. Tevî hemû gilî û gazinên me jî lê dîsa jî li hember me necidî tevdigerin. Dema ku em diçin girtîgehê deriyên tuwaletên ku jin bikar tînin kilîtkirî ne. Hewl didin berê me bi zorê bidin tuwaletên meran. Em vê qebûl nakin. Me ji midûrê girtîgehê re ragihand ku em ê li dijî van binpêkirinan bêdeng nemînin. Li ser vê yekê midûrê girtîgehê guh neda pirsgirêkên me û got ku razemenî tune ye, ji berîka xwe nikare heqê tuwaletên xerabûyî bide, lewma nikare tiştekî bike.”   BANGA ÇARESERIYÊ    Şahîn destnîşan kir ku bi guhertina midûrê girtîgehê re muameleya xerab û binpêkirina mafan du qat zêde bûne. Şahîn bang li rêxistinên mafên mirovan û parêzeran kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkan bikevin nava tevgerê.