Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan û li kujeran pirsîn 2023-06-24 12:47:42 AMED - Xizmên Windayan û ÎHD’a Amedê vê hefteyê li kujerên Ramazan Yuce yê 31 sal berê hat qetilkirin pirsîn.  Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Malbatên Windayan çalakiya xwe ya bi navê “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 750’emîn de berdewam kirin. Xizmên windayan û rêveberên ÎHD’ê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya Amedê hatin li hev kom bûn. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên kesên di binçavan de hatine windakirin û qetilkirin li ser bû hate vekirin. Endam û rêveberên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) piştgirî dan çalakiyê.    ‘HAYRIYE TURKEKUL MÎNAKA DAWIYÊ YA NEHEQIYÊ YE’    Di çalakiyê de ewilî Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn axivî û destnîşan kir ku ew têkoşîna xwe ya li dijî tundî û binpêkirina mafan a sîstematîk a dewletê 750 hefte ye berdewam dikin. Zeytûn diyar kir ku li hember wan desthilatek siyasî ya hiqûqa nawneteweyî binpê dike heye. Zeytûn got ku desthilata heyî faîlên tundiyê kirine û bi hezaran mirov winda kirine nadarizîne, lê bi hemû derfetên xwe diparêze û wiha got: “Dewlet, gava mijar dibe kurdên ku bi rêya demokrasiyê mafên xwe dixwaze çavên xwe digire û ceza dide wan. Hayriye Turkekul ku ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve bi 6 sal 3 mehan hat cezakirin, mînaka dawî ye. Sedema ceza jî çalakiyên mafên demokratîk û li dijî derketina kiryarên antîdemokratîk in.”   ‘KESÊN SEKNA WAN POLÎTÎK HEBÛ HATIN QETILKIRIN’   Dû re Hevseroka Egîtîm-Sen ya Jimara 1’an Emîne Akşahîn axivî û da zanîn ku Ramazan Yuce yê ku dê vê hefteyê bê bîranîn, rêveberek KESK’ê bû. Akşahîn diyar kir ku gelek kesên ku sekneke wan ya polîtîk hebû ji hêla hêzên tarî ve hatin qetilkirin û windakirin. Akşahîn anî ziman ku aştiyeke civakî wê bi ronîkirina van bûyerên tarî bê pêkanîn.    Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz jî çîroka qetilkirina Ramazan Yuce yê ku di 29’ê hezîrana 1992’yan li kolana Lalebey a Amedê ji aliyê kes an jî kesên nediyar ve hatibû qetilkirin xwend.   Paşê jî ji bo bîranîna windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    ÊLIH   Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 586’emîn de li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li serê Cadeya Gulistanê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xistin. Xizmên Windayan, rêveberên ÎHD’ê, rêveberên OHD, MEBYA-DER û Partiya Çepên Kesk a Êlihê tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.    Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Ahmet Tekîn ê di gulana 1994’an de li navçeya Licê ya Amedê ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn. Hevserokê ÎHD’a Êlihê Devran Yildiz daxuyanî xwend û bal kişand ser serpêhatiya windakirina Ahmet Tekîn û diyar kir ku Tekîn ji aliyê leşkeran ve tê binçavkirin û windakirin û carek din agahî jê nayê girtin.    Ji bo bîranîna windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.