Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin 2023-06-24 13:00:06   STENBOL - Dayikên Şemiyê xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. Polîsan tevî biryarên binpêkirinê yên AYM’ê jî dîsa êriş kirin rojnamevan û parlamenter derb kirin û 28 Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan kirin binçavan.    Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayên xwe bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 952’yemîn de li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî bi qerenfîlên di destên wan de meşiyan Qada Galatasarayê. Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) derbarê qedexekirina qadê de biryarên “binpêkirinê” daye jî lê di hefteya 11’emîn de polîsan Dayikên Şemiyê dorpêç kir. Ji bilî Dayikên Şemiyê parlamenterên Partiya Çepên Kesk Celal Firat, Ceylan Akça, Kezban Konûkçû, Çîçek Otlû û Ozgul Sakî û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û gelek parazvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Dayikên Şemiyê, parlamenter û parazvanên mafên mirovan ên di destên wan de qûrnefîl ber bi qadê ve meşiyan çawa ketin qadê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêkirin. Rojnamevanên di nava dorpêçê de xwestin dîmenan bikişînin jî ji aliyê polîsan ve hatin dervkirin û derxistin derveyî dorpêçê. Polîsan pişt re ji bo asteng bikin ku rojnamevan dîmenan bikişînin li ber kesên çalakî dikirin bi mertalan 3 barîkatên cuda avakirin.    Polîsên êrişî çalakiyê kir, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî di nav de gelek parêzvanên mafên mirovan kir binçavan. Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku 28 kes ji wan hatine binçavkirin.  Navên binçavkiriyan wiha ne:    Hanîfe Yildiz, Îrfan Bîlgîn, Îkbal Eren Mîkaîl Kirbayir, Masîde Ocak, Hasan Karakoç, Eren Keskîn, Gulseren Yolerî, Leman Yûrtsever, Umît Efe, Merîç Eyuboglû, Hatîce Onaran, Cuneyt Yilmaz, Cîhan Kaplan, Ayşe Çelîk, Îsmaîl Yucel, Devrîm Bariş Yilmaz, Pelîn Laçîn, Sema Kiliç, Esmanûr Yildiz, Nezaket Sena Çakirgoz, Yaşar Aktaş, Alî Tosûn, Yakûp Ozdemîr, Aylîn Tekîner, Arat Dînk, Hatîce Korkmazi Kenan Yildiz.    ‘HÛN Ê HESAB BIDIN’    Parlamenterên di nava dorpêçê de bertek nîşanî binçavkirinan dan li vir daxuyanî dan. Parlamentera Partiya Çepên Kesk Ozgul Sakî ya li vir axivî, diyar kir ku dê li rex Dayikên Şemiyê bibin û wiha got: “Her hefte bi kelemçekirinê dixwazin Dayikên Şemiyê çavtirsandî bikin. Piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) vê dikin. Dayikên Şemiyê ne bi tenê ne.” Parlamentera Partiya Çepên Kesk Çîçek Otlû ya pişt re axivî jî diyar kir ku ji bo Dayikên Şemiyê li vir in û wiha got: “Hûn ê hesabê bidin. Hezar sal jî derbas bibin em ê hesabê hemû canên xwe ji we bipirsin.”   Di dema axaftinan de her tim dirûşmeya “Dayikên Şemiyê ne bi tenê ne” hate berzkirin. Piştî dirûşmeyên hatin berzkirin, polîsan parlamenter bi mertalan derbkirin. Balkêş bû ku Cîgirê Miduriyeta Polîsan a Stenbolê Hanîfî Zengîn ê her tim bi tacîzan tê zanîn di dema derbkirinê de berê xwe da parlamenteran û wiha qîr kir: “Dê bêje Komara Tirkiyeyê.”   ROJNAMEVAN HATIN DERBKIRIN    Rojnamevanên di demekî dirêj hewl dan ji derveyî dorpêçê dîmenan bigirin ji aliyê polîsan ve hatin tacîzkirin. Bi berzkirina dirûşmeyan rojnamevanan dîsa hewldan dîmenan bikişînin lê polîsan rojnamevan dîsa astengkirin. Polîsan pişt re hemû rojnamevanên çalakî dişopandin derb kirin û ji qadê dûrxistin. Ji ber rojnamevan li dijî astengkirinê derketin polîsan di gengeşiyê de heqaret li rojnamevanan kirin û ji qadê dûrxistin. Gelek welatiyên li derdorê bertek nîşanî vê êrişa polîsan da.    KÛÇIK GEZ KIR   Dema êrişa polîsan a li dijî rojnamevanan berdewam dikir kûçikekî li qadê pêyê parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Ceylan Akça gez kir. Parlamenteran piştî ragihandin ku çalakî xelas kirin Akça ya kûçik êrişî wê kir birin nexweşxaneyê.    ÎHD’Ê DAXUYANÎ DA   Komîsyona Li Dijî Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê ya bertek nîşanî binçavkirina Dayikên Şemiyê da li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta “Qada Galatasarayê ya me ye. Bila binçavkirî bên berdan” hate vekirin. Dayikên Şemiyê û gelek parazvanên mafên mirovan beşdar bûn. Endama Komîsyona Li Dijî Windakiriyan Sebla Arcan di daxuyaniyê de axivî.    Arcan, biryara binpêkirinê ku AYM’ê daye bi bîr xist û wiha got: “11 hefte ne çalakî tê astengkirin û binçavkirin çêdibin. Ji vê yekê re biryara qedexeya qeymeqamtiyê ku darazê bêhiqûqî dît weke hincet tê nîşandan. Arcan, diyar kir ku wê dest ji hesabpirsînê bernadin û wiha got: “Em ê dest ji lêgerîna windakiriyên xwe û hesabpirsîna kesên ew windakirine bernedin.”   ‘EM DEST JÊ BERNADIN’    Malbata Windakiriyan Hanim Tosûn a pişt re mafê axaftinê wergirt, diyar kir ku di çalakiya wan a îro de polîsan Qada Galatasarayê veguherand qada şer. Tosûn, destnîşan kir ku parazvanên mafên mirovan, parlamenter û rojnamevan hatine derbkirin û wiha got: “Tevî her tiştî em ê bi serbilindî dîsa li hemberî wan derkevin. Tu tişt nikare bikeve pêş bîrdaryariya me. Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin. Em ê her tim li Qada Galatasarayê bin.”