TUAY-DER: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be 2023-06-24 14:59:50   AMED - TUAY-DER’a Amedê 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Di kongreyê de bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û wiha hat gotin: “Divê ji niha pê ve rojeva me ya sereke tecrîda li ser birêz Ocalan be.”    Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li avahiya Federasyona Komeleyên Hiqûqê û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikuxwaran re (MED TUHAD-FED) li dar xist. Kongre bi şîara "Em tecrîdê rakin, jiyana azad ava bikin" pêk hat. Dayikên Aştiyê, rêveberên Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Hiqûqnasan a Azadiyê (OHD), Partiya Çepên Kesk beşdarî kongreyê bûn, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Înîsiyatîfa 78’an, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya Aliman a Amedê tev li kongreyê bûn.    Li eywana kongreyê lê pêk hat, pankartên bi nivîsa “Îşkence li dijî mirovahiyê sûcê herî giran e, bila dawî li îşkenceya li girtîgehan bê anîn”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Bila tecrîd bi dawî bibe û zindan vala bibin” hatin daliqandin.   ‘DIVÊ ROJEVA SEREKE TECRÎD BE’    Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Mehmet Ergun li ser navê dîwana hat bijartin axivî û diyar kir ku gelê kurd di pêvajoyek dijwar de derbas dibin û divê her kes wezîfeya xwe bicih bîne. Ergun bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “27 meh in birêz Abdullah Ocalan nedikare malbata xwe ne jî dikare parêzerên xwe bibîne, ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em ji vê yekê re nebûn bersiv. Divê ji niha şûn ve rojeva me ya sereke tecrîda li ser birêz Ocalan be. Em çi dikin bikin divê em tecrîda li ser birêz Ocalan rakin.”    Hevserokê MEBYA-DER’ê Şehmus Karadag jî bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê û got: “Tecrîdad li ser birêz Ocalan dibe sedema her cure êrişên li ser gelê kurd. Her ku tecrîd dijwartir dibe, êriş jî dijwar dibin.”   ‘RÊYA AŞTIYÊ DI ÎMRALIYÊ RE DERBAS DIBE’    Hevserokê Şaxa OHD’a Amedê Riza Polat jî wiha axivî: “Divê em ji vê tecrîdê fêm bikin û bi dorfirehî binirxînin û jê re bibin bersiv. Heke deriyên Îmraliyê vebibin wê deriyê aştiyê ji bo hemû gelan vebe.”    ‘DIXWAZIN PEYAMÊN OCALAN ASTENG BIKIN’    Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran jî destnîşan kir ku li Girtîgeha Îmraliyê 24 sal in bênavber sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin û got: “Divê em li dijî vê tecrîdê bibin bersiv. Aramanca dewletê ya sereke ne tecrîda fizîkî ye. Dewlet dixwaze peyamên birêz Abdullah Ocalan li nav civakê belev nebin, vê yekê asteng dike.”    Piştî axaftinan rapora xebatê hat xwendin. Di hilbijartina hat kirin de Vahap Gunay û Hacîce Guneş ji bo hevserokatiya komeleyê hatin bijartin.