Tenduristiya Dag û Er her diçe xirabtir dibe 2023-06-24 20:50:47   AMED - Li Girtîgeha Hewlêrê tenduristiya Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku li dijî ferzkirina kincên yekrengî 38 roj in di greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger de ne, xirab dibe.    Li Mazlûm Dag û Abdûrrrahman Er, bi hinceta êrişa li hember dîplomatê Balyozxaneya Hewlêrê Osman Kose û welatiyên iraqî Nerîman Osman û Beşdar Ramazan ya di 17'ê Tîrmeha 2019'an de, cezayê bidarvekirinê hatibû birîn. Dag û Er ku di Girtîgeha Hewlêrê de ne, ji 18'ê Gulanê ve li dijî ferzkirina kincên yekrengî di greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger de ne.    Dag duh bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Dag ragihandiye ku her diçe tenduristiya wan xirabtir dibe û gotiye: "Rêveberiya girtîgehê 10 roj in ne li me dipirs ene jî tê cem me. Dibêjin 'li nexweşxaneyê bijîşk tune ne û demran tune ne.' Me bi mirinê re rû bi rû hiştine. Abdûrrahman 20 kîlo dane. Tenduristiya wî nebaş e." Dag diyar kiriye ku wî jî 10 kîlo dane û nikare zêde biaxive.    Kûdret Dag, dêya Mazlûm Dag ji bo rewşa kurê xwe û Abdûrrahman Er bang li rêxistinên civaka sivîl û raya giştî kir ku di vî warî de hesas bin.