Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin 2023-06-25 09:01:36 ŞIRNEX - Dayika Emîne ya 74 salî ku di qedexeya derketina derve de mala wê hat hilweşandin û heçar hat hiştin ku di TOKÎ'yan de bijî, bi bertek e û wiha dibêje: “Di avahiya me ya berê de em her roj 10-12 jin dihatin ba hev. Me dixwar û vedixwar. Lê li vir bêhna me teng dibe.”     Di salên 1990’î de li Kurdistanê bi hezaran gund hatin şewitandin û valakirin. Welatiyên ku cerdevanî qebûl nekirîn bi darê zorê ji gundan hatin derxistin û sirgûnî bajaran hatin kirin. Vê rewşê herî zêde jî bandor li ser jinan kir. Li gel ku koçberî bajaran bûn jî, jinên şirnexî cîrantî û têkiliya xwe domandin û di hembêza Çiyayê Cûdiyê de dest bi jiyaneke nû kirin. Lê belê polîtîkaya şer a domdar, bi xwe re rewşeke hilweşîner anî. Yek ji mînakên vê yên şênber jî qedexeya derketina derve ya di sala 2015’an de bû. Di vê pêvajoyê de Şirnex li gel navçeyên xwe hat hilweşandin. Di êrişên dewletê de xisareke mezin gihîşt 2 hezar û 44 xaniyan û gelek jê hilweşiyan. Dewletê, li navenda Şirnexê bi giştî 6 hezar avahî çêkirin. Jinên ku li van avahiyên bilind û biçûk ên TOKÎ’yê hatine bicihkirin, daxilî nava jiyaneke ku xerîbê wê ne hatin kirin. Ji ber vê yekê jin ji xweza, ax û civakê dûr ketin û hepsî hundirê malê bûn.    DI TOKÎ'YAN DE TÊKOŞÎNa JI BO BÊHNSTANDINÊ    Emîne Galîp a 74 salî ku di salên 1990'î de gundê wan Bilmat hat valakirin   Emîne Galîp a 74 salî ku di salên 1990'î de gundê wan Bilmat hat valakirin û neçar ma li bajêr bi cih bibe, di dema qedexeya derketina derve de xaniyên wê hat hilweşandin û bi salane ji bêgavî xdi TOKÎ'yan de dijî û bi hesreta jiyana xwe ya berê ye. Galip ku di avahiyê xwe de gul çandine her roj ji qata 6'an dadikeve û li bin siya darê ya li ber TOKİ'yê hatiye çandin rûdinê û nefes distîne. Dayika Emîne Galip wiha behsa serpêhatiya xwe û jiyana xwe ya di TOKİ'yan de dike:" Ev 30 sal in em ji gundê xwe derketine. Em dema ku li gund bûn, me genim diçand. Dema ku em li gund bûn, fistiqên me hebûn, behîvên me hebûn, qarçînên me hebûn. Lê piştî ku em ji gund derketin ev hemû ji destê me çûn. Li vir me zehmetî kişandin. Me ji xwe re xaniyeke ji axê çêkir. Em di wê avahiyê de diman. Em di wê avahiyê de radibûn û rûdiniştin. Jiyana me gelek xweş bû. Baxçeyê me hebû, me gul fiçandin, me bacan diçandin. Me nan dipaht. Me çi bixwesta me dikir. Me xwarina xwe bi hev re çêdikir û dixwar. Me çay çêdiki,r cîranên me hemû dihatin derdora me kom dibûn û me bi hev re vedixwar. Em li ser ban radizan. Ew mala me gelek xweş bû."   Galipê bilêv kir ku piştî ku di dema qedexeya derketina derve de xaniyê wan hatiye xerakirin ji wir derketine û paşê ketine xaniyên TOKÎ'yê û wiha pê de çû: "Jiyana van TOKİ'yan û wan û wan avahiyan ne weke hev e. Têkiliyên cîraniyê tune ne û çûyin hatin nîn e. Di avahiyê me ya din de her roj em 10-12 jin dihatin ba hev. Me bi hev re çay çêdikir û vedixwar, me sohbet dikir û xwarin çêdikir. Bêhna min li vir pir teng dibe, mehê carekê diçim gund. Dema ku ez diçim gund weke ku ez nû ji dayik bûbim, sebra min li wir tê. Ez ji vir aciz dibim. Heta êvarê em di malê de rûniştine, tu kar nîn e. Pir bêriya jiyana xwe ya berê dikim."   'JIYANEKE ME YA KOMÛNAL HEBÛ'   Ji jinan Bahar Urun(41) a ku di TOKÎ'yan de dijî jî diyar kir ku avakirina TOKî'yan di jiyana wan de gelek guhertinên neyinî kirine û wiha axivî: "Xaniyê me yê mustaqil hebû. Wê demê cîrantî hebû, mirovahî hebû. Erê, raste zehmetiyên wê hebûn, lê xweşiya wê hebû. Dema ku dibû bihar û payîz me doşekên xwe, lihêfên xwe vedikirin û dibirin ser banî dişûştin. Tişta ku me dixwest me dikir. Keyfxweşiya wê zedetir hebû. Tiştekî te di mal de tunebûya, te ji cîranê xwe dixwest. Niha em ketine van TOKÎ'yan. Ne em dikarin karekî bikin û ne jî em dikarin biçin gel cîraneke xwe rûnên. Di navbera jiyana me ya niha û berê de ferq û cudahî hene. Wê demê aramî hebû, tendûrîstî hebû. Ev bîna 11 qat in. Lê ez nizanim ku cîranê min kî ne. Ew dilsoziya wê demê nîn e. Çawa ku xaniyên me di bin erdê de ma, mirovahî jî wisa di bin erdê de ma. Niha parqek heye li ber TOKİ'yan, lê kesên ku tên parqê em nas nakin, ew me nas nakin. Lê di avahiyên berê de em li ber deriyên avahiyên xwe, baxçeyên xwe rûdiniştin. Lê niha ew nemaye. Heta êvaran dixebitin û pişt re rûdinin. Berê jiyaneke me ya komunal hebû, lê niha ew nîn e. Zarokên me jî dişibin vê jiyanê. Çimkî di van TOKÎ'yan de mezin dibin. Mêr derdikevin kêm bejî jî ji nava van betonan dûr dikevin. Lê jiyana jinan bûye îşkence. Em dixwazin ku weke berê be, lê zehmet e. Emrê me di van TOKÎ'yan re derbas dibe."   MA / Zeynep Dûrgût