Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide 2023-06-25 15:33:26   RIHA - Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome û malbatê ev peyam da: “Daraz hêj jî xwe li kerr û laliyê dide.”    Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 825’an de didome. Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, Emîne Şenyaşar nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand.    Malbatê, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Gotinek heye ku dibêjin; ‘Êş çiqas bên parvekirin ewqas siviktir dibin.’ Ji ber ku edalet pêk nayê, êşên me sivik nabin. Her çend ku kesên li nexweşxaneyê komkujî kirine di wijdana civakê de hatibin mehkûmkirin jî, daraz hêj jî xwe li kerr û laliyê dide.”