Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin 2023-06-25 21:41:44 ŞIRNEX - Li navçeya Elkê midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi hişbirê ve hate girtin.   Li navçeya Qileban a Şirnexê di wesayîta midûrê rehabîlîtasyonê H.A. de 200 gram tiryak hate desteserkirin. Li ser agahiya ku H.A. dê ji Elkê tiryakê bîne Qilebanê tîmên cendermeyan wesayît şopand û dema wesayîta H.A. da bikeve navçeyê hate rawestandin. Di encama lêgerîna di wesayîta midûr de 200 gram madeya hişbirê hate bidestxistin.   H.A. yê hate binçavkirin, piştî kirariyên binçavkirinê yên yên li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Qilabanê ji aliyê dadgehê ve hat girtin û şandin girtîgehê.