Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin 2023-06-25 23:34:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Merdan Yanardag di bernameya televîzyonê ya ku tevlibûyî de tekildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivî û wiha got: “Di hiqûqê de tu cihê tecrîda li Abdullah Ocalan tê kirin nîne. Divê bê rakirin.”   Gerînendeyê Weşana TELE 1’ê Merdan Yanardag di bernamayeke televîzyonê ya tevlibûyî de têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivî. Yanardag, destnîşan kir ku Di hiqûqê de tu cihê tecrîda li Abdullah Ocalan tê kirin nîne û wiha got: “Divê em qebûl bikin ku demekî dirêj e 25 sal in bênavber di girtîgehê de ye û di bin tecrîdê de ye. Girtiyê siyasî yê li Tirkiyeyê herî dirêj di girtîgehê de dimîne ye. Heke qanûnên înfazê yên normal derbasdar bin divê were berdan.”   ‘LI TIRKIYEYÊ REJÎMEKE ANTÎ DEMOKRATÎK HEYE’    Yanardag, di axaftina xwe ya bernameyê de ev tişt vegotin: “Ensarîoglû dibêje ji sedî 95’î pirsgirêka kurd hatiye çareserkirin, here ji wê rê, li sextekariyê binêre. Tişteke wisa heye. Çima hêj xwîn dirije çima hêj pirsgirêk heye? Tişteke wisa nîne tam dereweke. Çi tişta hatiye devê wan gotin. Ev bi awayekî neheq û bêhiqûqî Selahattîn Demîrtaş li hundir dihêlin. Şerm e. Got ‘heta ku ez desthilat bim ev dê dernekevin. Li Tirkiyeyê demokrasî tune ye. Li vir rejîmeke antî demokratîk totalîter heye. Vê rejîmê ber bi îslamofaşîzmê ve dibin. Rejîmeke wisa dibe?   CIHÊ TECRÎDÊ DI HIQÛQÊ DE NÎNE   Niha dema em li Îmraliyê dinêrin. Abdullah Ocalan 70 saliya xwe derbas kiriye. Divê em qebûl bikin ku demekî dirêj e 25 sal in bênavber di girtîgehê de ye û di bin tecrîdê de ye. Girtiyê siyasî yê li Tirkiyeyê herî dirêj di girtîgehê de dimîne ye. Heke qanûnên înfazê yên normal derbasdar bin divê were berdan. Bi hefsa mala hwd. Di hiqûqê de tu cihê tecrîda li Abdullah Ocalan tê kirin nîne. Divê bê rakirin. Em nabînin nabîhizin, nikarin nîqaş bikin. Ew temaşe dike nake nizanin. Lê bi mirovê ku hûn li wir dîl digirin re bazarê dikin bi ser wî re gefan dixwî. Çi bazar hate kirin çi hate teklîfkirin li hemberî vê çi hate wergirtin çi hate dayîn kes nizane. Nikare bi malbata xwe û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Sererastkirineke înfazê ya wiha dibe?    ‘OCALAN MIROVEKÎ GELEK JÎR E’    Niha hûn ji bo Abdullah Ocalan, çu ji van qanûnan pêk naînin. Ji ber ku Abdullah Ocalan ne mirovekî wisa ye ku mirov sivik nêzîk bibe. Kesekî gelek dixwîne, hema bêje di girtîgehê de bû fîlozof, ji ber gelek dixwîne, siyasetê baş dixwîne, baş dibîne mirovekî gelek jîr e. Dê di demekî nêz de bêjin birêz Ocalan.”