Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin 2023-06-26 09:01:44 MELETÎ - Li gelek navçeyên Meletiyê lêgerîna madenan bi destûra raporên ÇED'ê berdewam dike û bandoreke mezin li xwezaya bajêr dike. Berdevka MALÇEP'ê Parêzer Gul Erdogan derbarê talankirina xwezayê de destnîşan kir ku Meletî bi raporên ÇED'ê ji aliye şîrketên madenan ve hatiye dorpêçkirin û xwezaya bajêr tê talankirin.   Meletî ku yek ji bajarên di erdhejên navenda wan Mereş bû de bandor girt, li aliyekî bi rijandina kavilan li aliye din jî bi HES, RES, JES, komir û madenên wekî, sifir, krom, nîkel, hesin, toryûm, çinko, risas, platîn, tîtan, manganez, pîrît, boksît, barît, kalay ve tê talankirin. Li Meletiyê bi ser hezar û 200'an serlêdanên raporên ÇED'ê li Miduriyeta Bajêr a Hawirdor û Avhewayê hene. Hemû rapor bi awayekî erenî hatin bersivandin û bi taybetî li navçeyên Hekîmxan, Erxevan, Erebgir, Kuluncak, Çirmik, Wêranşar, Argan û hemû navçeyên Meletiyê lêgerîna madenên metalîk tê kirin. Xwezaya Meletiyê ku ji aliye çandinî û cûreyên giyayan ve dewlemend e bi van projeyan ji bo xwezayê dibe xetereyeke mezin û li gor pisporan jî 890 cûreyên giyayan li Meletiyê di bin xetereyê de ne.    Li Meletiyê ku beriya erdhejê bi ser hezaran serlêdanên ÇED'ê hebûn, piştî erdhejê jî serlêdanên raporên ÇED'ê hêj zêde bûne û tevî kareseta erdhejê ya mezin jî projeyên ÇED'ê li Meletiyê ranewestiyane. Li gor qanûnên projeyên ÇED'ê divê li cihekî çandinî tê kirin, destûra lêgerîna madenê an jî projeyên şîrketan neyê dayîn, her wiha cihên ku daristanin jî divê li gor qanûnên daristaniyê destûra raporên ÇED'ê bê dayin lê tevî van qanûnan jî destûra şîrketên madenê hatiye dayin û ji cihên çandiniyê û daristaniyê şîrketên madenê xebata lêgerînê dikin, bi van xebatan xwezaya herême jî talan dikin û çandinî û sewalkariyê li herême diqedînin.    Meletî ku bi raporên ÇED'ê hatiye dorpêç kirin li aliye din piştî erdhejê rijandina kavilan destpêkiribû û li gundê Memurek ê navçeya Batalgazî û navçeyên Wêranşar û Çirmikê kavil tên rijandin. Ji ber ku kavil asbestê belav dike li herêma ku tê rijandin rê li ber nexweşiyên weke pênçeşêr û bêhnê vedike. Tevî ku li gor qanûnan divê kavil li qadên jiyanê neyên rijandin jî kavilên Meletiyê an di nava gundan de an jî nêzî gundan tên rijandin û ev jî hem ji bo welatiyên herême hem jî ji bo xwezayê xetereyên mezin derdixe holê.    Berdevka Platforma Xwezayê ya Meletiyê (MALÇEP) parêzer Gul Erdogan derbarê raporên ÇED'ê û rijandina kavilan a li bajêr ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û talankirina xwezaya Meletiyê nirxand.     'HEMÛ SERLÊDANÊN ÇED'Ê TÊN QEBÛLKIRIN'   Gul Erdogan diyar kir ku piştî erdhejê jî serlêdanên raporên ÇED'ê berdewam kirin û wiha got: "Beriya erdhejê jî em li dijî talankirina xwezayê têdikoşiyan. Beriya erdhejê jî xwezaya Meletiyê bi şîrketên madenê hatibû dorpêçkirin. Beriya erdhejê û heta niha bi ser hezar û 200'an serlêdanên raporên ÇED'ê li Meletiyê hene û yek ji serlêdanên ÇED'ê jî bi neyînî nehatine bersivandin. Cihên ku çandinî lê tên kirin û qada jiyana welatiyên herêmê ye lêgerîna madenê tê kirin û xweza û erdên wan tên destêserkirin. Heta niha jî tu serlêdanên ÇED'ê nehatin red kirin."   LI MELETIYE LI ALIYEKÎ ÇED LI ALIYÊ DIN KAVIL!   Bi domdarî Erdogan bal kişand ser rijandina kavilên li qada jiyana mirovan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî erdhejê jî kavil li qada jiyanê ya mirovan tên rijandin. Yek jî ji wan cihan gundê Memurek yê navçeya Batalgaziyê ye. Kavil hem ji aliye tenduristiye ve hem jî ji aliye xwezaye ve xetereyeke mezin e. Li dijî vê yekê ji bo rijandina kavilan bê sekinandin şeniyên gund nobeda edaletê dan destpêkirin û me jî giliyên wan kir. Niha li Memurekê enkazên molozan hene, lê rijandin hatiye sekinandin. Lê niha jî kavîl li taxa Yaka ya navçeya Çirmikê tên rijandin. Têkoşîna me ya li dijî rijandina kavîlan a Memurekê encam girt lê divê tenê bi Memurekê ve sînorkirî nemîne û tu qadên jiyanê kavil neyên rijandin. Her wiha li Meletiyê yek ji navçeya ku ji erdhejê herî zêde bandor bû Wêranşar bû. Li Wêranşarê jî kavil nêzî gundan tên rijandin. Yanî têkoşîna ku me li dijî şîrketên madenê dida niha jî ji bo rijandina kavilan didin."   'LI GORÎ PÎVANÊN QANÛNÊ DESTÛRA ÇED'Ê NAYÊ DAYIN'   Erdogan destnîşan kir ku destûr dayina projeyên ÇED'ê ya li herêma çandiniye li dijî qanûnan e û wiha pê dê çû: "Piştî erdhejê serlêdanên ÇED'ê jî zêde bûne lê hejmara wan ne di destê me de ye. Têkildarî projeyên ÇED'ê yên lêgerîna madenan, santralên hîdroelektrîk, santral û hwd. serlêdanên Miduriyeta Bajêr a Guherandina Avhewa û Hawirdorê zêde bûne. Xuyayê erdhejê bandor li serlêdanên ÇED'ê nekiriye. Lê divê li dijî vê yekê welatiyên herêmê giliyê serlêdanan bikin. ÇED tê wateya nirxandina hewirdoriya xwezayê û li gor qanûnên xwezayê destûr tê dayin. Saziyên giredayî walitiyê jî divê li gor van pîvanan tevbigerin. Yanî heke cihê projeyê mêrg be divê li gor qanûnên mergê tevbigerin, daristan be li gor qanûnên daristanê tevbigerin. Lê bi destûr dayina projeyên ÇED'ê jî xuyaye ku heta niha li gor van pîvanan biryar nehatiye dayîn. Li dijî vê yekê bi doz û gilî kirine mirov dikare bisekine."   'JI GUNDIYAN RE TUNE YE LÊ JI ŞÎRKETAN RE HEYE!'   Erdogan anî ziman ku rijandina kavilan û projeyên ÇED'ê bandoreke mezin xwezaya Meletiyê dikin û axaftina xwe wiha qedand: "Ji bo rantê xwezaya Meletiyê tê talankirin. Talankirina xwezayê bandoreke mezin li ser bajêr dike. Weke tê zanîn li Meletiyê çandina mişmişan tê kirin, lê projeyên HES û madenan di nav van zeviyên mişmişan de tên çekirin. Her wiha cihên ku ajal lê diçerin tên çêkirin ev jî bandorê li ser debara welatiyên herême dike. Rênçber serdana Emlaqa Mîllî dikin dibêjin zeviyên ku vala ne bidin me em biçînin, lê saziyên berpirsyar destûr nadin gundî û rênçberan. Ji şîrketên madenan û HES'an re destûr heye ji gundiyan re nîne."   MA / Mahmût Altintaş