Li Hondurasê derketina derve hate qedexekirin 2023-06-26 10:39:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hondurasê piştî pevçûna çekdarî ku 24 kes mirin, ji bo 15 rojan qedexeya derketina derve hate îlankirin.  Di encama du pevçûnên çekdarî yên li Hondurasê de 20 kes hatin kuştin. Piştî bûyerê, ji bo 15 rojan qedexeya derketina derve hate îlankirin. Li gorî agahiyên Euronewsê; Berdevkê Polîsê Hondurasê Edgardo Barahona da zanîn ku di şerê bajarê Cholomayê de êrişa bi pîrozkirina rojbûnekê de 13 kes hatine kuştin û kesek jî birîndar bûye. Berdevkî destnîşan kir ku di êrişa li herêma Sula Valleyê hatiye kirin de jî 11 kesan jiyana xwe ji dest daye.    Serokê Dewletê Xiomara Castro piştî her du bûyeran li her du herêman ji bo 15 rojan di navbera saetên 21:00 û serê sîbê 04:00’an de qedexeya derketina derve îlan kir.    Li Hondurasê hefteyek berê li girtîgeha jinan raperîn çêbûbû û di girtîgehê de 46 jinan jiyana xwe ji dest dabûn.