Merdan Yanardag hate binçavkirin 2023-06-26 15:24:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Merdan Yanardag ku tecrîda li Îmraliyê rexne kiribû, di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de hate binçavkirin.    Gerînendeyê Giştî yê TELE1’ê rojnameger Merdan Yanardag têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivî û rexne kir. Ji ber van rexneyan, derheqê Yanardag de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn hate destpêkirin. Yanardag, di çarçoveya lêpirsînê de hate binçavkirin. Polîsên ku hatin kanala televîzyonê, piştî weşanê Yanardag binçav kirin.