‘Wan veguheriye goristana penaberan' 2023-06-27 09:02:15 WAN - Parêzer Jîndar Ûçar diyar kir ku di bûyera keştiyê ya li Wanê de lêpirsîneke baş nehatiye kirin û got ku ji ber ku cezayên pêximker nayên dayîn, Wan veguheriye goristana penaberan.    Di ser karesata keştiyê re ya li Gola Wanê ku yek jê zarok 61 penaber jiyana xwe ji dest dabûn, 3 sal derbas bûn. Keştiya ku ji Taxa Kanzax a navçeya Westan a Wanê bi rê ketibû, li derdora Taxa ZIrabe ya navçeya Tûşbayê, li Girava Çarpanaxê noq bûbû. Piştî noqbûnê bi rojekê, gava qaptanê keştiyê Medenî Albaş xwe gihandibû peravê, derketibû holê. Li gor agahiyên Akbaş lêgerîn hatibû destpêkirin û piştî 11 rojan cihê keştiyê hatibû tespîtkirin. Keştî 107 metrê ketibû bin avê. Di xebatên lêgerînê de yek jê zarok cenazeyê 61 penaberan hatibû dîtin.   PÊVAJOYA DOZÊ   Serdozgeriya Komarê ya Wanê têkildarî bûyerê lêpirsîn dabû destpêkirin. Dozgeriyê der barê 6 jê girtî 35 kesan de bi îdiaya "qaçaxçitiya penaberan" û "bi zanebûnê sedema mirina gelek kesan" îdianame amade kiribû. Piştî ku îdianame ji aliyê 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê ve hatibû qebûlkirin, darizandin dest pê kiribû. Di 3'yê gulana 2021'ê de Bûrhan Ç., Mehmet Ç., Serdar O. û Soner K. bi hinceta "girtineke demdirêj" hatibûn berdan. Di 26'ê cotmehê de jî ji qaptanên keştiyê li Medenî Akbaş jî bi giştî hezar û 33 sal ceza hatibû birîn û 10 kesên bi awayekî negirt dihatin darizandin jî beraet kiribûn. Her wiha dosyeya qaptanê din Servet Albaş ku nehatibû tespîtkirin ka roja bûyerê li ku derê ye hatibû cihêkirin.    LÊPIRSÎNEKE BAŞ NEHATIYE KIRIN   Ji parêzerên penaberan Jîndar Ûçar anî ziman ku têkildarî bûyerê lêpirsîneke çalak nehatiye kirin. Ûçarê bilêv kir ku ji dêvla ku kiryar bên tespîtkirin û bê dîtin bê ka tiliya kê tê de heye, kesên pêwendiya wan bi bûyerê re tune bûye daxilî lêprisînê hatine kirin û îdianame hatiye amadekirin. Ûçarê ev tişt gotin: "Mesela beriya vê komkujiyê bi 6 mehan li navçeya Elcewaz a Bedlîsê keştiyeke alabora dibe û 7 penaber jiyana xwe ji dest didin. Em wiha difikirin ku her du bûyer girêdayî hev in. Lê ji bo vê tu gav neheat avêtin. Helbet kujerên 61 penaberan tenê ne Medenî û Servet Akbaş in. Ne pêkan e ku du kes tenê organîzasyoneke wiha bikin. Lê ji ber ku lêpirsîneke baş nehat kirin, doz tenê bicezakirina Medenî Akbaş bi dawî bû."    Ûçar bilêv kir ku qaçaxçitiya penaberan organîzasyoneke sûcî ya fînansî ya mezin e û wiha pê de çû: "Li gor cureyên qaçaçîtiyê yên din hem di warê aborî de hem jî di warê mueyîdeyan de faktora xetereyê kêm e. Ev yek jî, kesên ku berê qaçaxçitî kirine ber bi vê ve sewq dike. Ji ber ku hem cezayên di qanûnan de ne pêximker in hem jî înfaz bi piranî bi berdana bi şertê kontrolkirinê temam dibe. Di dema lêpirsînê de bi awayekî negirtî darizandina gumanbaran, kesan di warê sûcan d emotoîve dike."    Ûçarê destnîşan kir ku ji ber ku cezayên pêximker nayên dayîn, Wan veguheriye goristana penaberan.    MA / Omer Akin