Têkîldarî qetilkirina Temel kesek hate girtin 2023-06-27 11:06:15   ŞIRNEX - Welatiyê bi navê Temer Temel di encama êrîşa çekdarî ya li ber deriyê mala xwe de jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî bûyerê kesek hate girtin.    Li gundê Setkar ê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê di 7’ê gulanê de welatiyê bi navê Temer Temel li ber deriyê mala xwe di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû. Di çarçoveya lêpirsîna ku der barê kuştina Temer Temel hatibû destpêkirin de kesek duh li Wanê hate binçavkirin. H.T yê ku ji bo îfadeya wî bê wergirtin şandin navçeya Elke, piştî li Qereqola Cendermeyan a Elkê îfadeya wî hate wergirtin sewqî dozgeriyê hate kirin. Dozgeriyê piştî îfadeyê H.T. bi sûcdariya "kuştina bi qestî" bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Elkê kir. H.T.'yê ji aliyê dadgehê ve hate girtin şandin girtîgehê.     Her wiha hate zanîn ku ji bo dosyayê biryara nepeniyê hatiye dayin.