Şêxo: Heya hêzên girêdayî Tirkiyeyê li herêmê bin dê aramî ne pêkan be 2023-06-28 09:01:25   RIHA - Berdevkê Rêxistina Mafê mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo ku der barê hevdîtina Astanayê ya dawî de axivî, bal kişand ser şertên hikûmeta Şamê yê ji bo derketina Tirkiyeyê ya ji Sûriyeyê û got ku Tirkiye ji herêmê vekişe jî lê heta hêzên paramîlîter ên giredayî wê li herême bin dê aramî ne pêkan be.   Hevdîtinên li Astanayê ku di sala 2017'an de di navbera Tirkiye û Rusyayê de destpêkirin bi tevlîbûna Îran û hikûmeta Sûriyeyê berdewam dikin. Herî dawî di 20'ê hezîranê de Cîgirê Wêzîrên Karên Derve yên Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê li Astanayê têkildarî Sûriyeyê 20’emîn hevdîtinên Astanayê li dar xistin. Di 20'emîn hevdîtinên Astaneyê de li ser hevkirina hikûmeta Sûriye û Tirkiyeyê nîqaş hatin kirin. Piştî civînê Cigirê Wêzîrê Karê Derve yê Qazaxistanê Kanat Tumysh xwest ku civînên Astanayê bi dawî bibin. Lê Wezîrên Karên Derve yên Tirkiye û Rûsyayê jî di daxuyaniya hevpar de destnîşan kirin ku dê hevdîtin dewam bikin.   Tirkiye ku piştî ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirin, heta niha li herêmên kurdan Efrîn, Serêkanî û Girê Spî û li Sûriyeyê jî Idlib, Cerablûs, Bab û Ezazê komên paramîlîter ên giredayî xwe bi cih kirine. Her wiha êrişên dewleta tirk piştî hilbijartinên giştî û serokkomariyê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam kirin. Herî dawî jî di dema hevdîtina Astanayê ya 20'ê hezîranê de Tirkiye bi SÎHA'yan Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş (Rihan Amûdê) û ajokarê wesayîtê Firat Tûma li Qamişloyê qetil kirin.    Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî têkildarî hevdîtinên Astanayê û çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê Însiyatîfa Çareserkirina Aloziyên Sûriyeyê ragihand û ji bo çareserkiyeke aştiyane û demokratîk 7 xal diyar kirin. Di xalan de ku ji aliye Rêveberiya Xweser ve hatin diyarkirin, hat destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina pirsgirêkan ji diyalogê re amade ye û ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê hemû axa Sûriyeyê wekî hev esas bê girtin û mafê kurdan bê parastin û komên paramîlîter ên giredayî Tirkiyeyê jî ji herême bên derxistin. Lê hevdîtinên Astanayê bi biryarên li dijî Rêveberiya Xweser berdewam dikin.    Hiqûqnas û berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo hevdîtinên Astanayê û şertên lihevkirina hikûmeta Sûriyeyê yê ji bo derkirina Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.    Îbrahîm Şêxo   'TIRKIYE JI SÛRİYEYÊ VENAKIŞE'   Îbrahîm Şêxo anî ziman ku li gor şert û mercên heyî derketina Tirkiye ji axa Sûriyeyê ne pêkan e û der barê hevdîtinên Astanayê û êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ev tişt gotin: "Piştî dan û standinên li Astanayê hikûmeta Sûriyeyê digot em tu têkiliyê bi dewleta tirk re danaynin, heta hezên Tirkiyeyê ji ser axa Sûriyeyê derkevin. Tirkiyeyê jî wê demê pejirand. Cihên ku hikûmeta Sûriyeyê digot bila dewleta tirk jê vekişe jî herêmên kurdan in. Hikûmeta Sûriyeyê vê yekê dubare li ser dewleta tirk ferz dike. Dan û standinên li Astanayê berdewam in, lê li gor nêrîna min hezên Tirkiyeyê ji Sûriyeyê venakişin. Lê êrişên dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Çend roj berê jî di êrişa dewleta tirk a li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê de Hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û ajokar Firat Tûma hatin qetilkirin. Ji ber vê li got nêrîna min, Tirkiye ji Sûriyeyê venakişe û heke vekişe jî wê pergala dewleta tirk û wargehên wan li ser sînorê Sûriyeyê bimînin."   'ÇETEYÊN GIREDAYÎ DEWLETA TIRK LIHEVKIRINÊ NAXWAZIN'   Şêxo diyar kir ku çeteyên girêdayî dewleta tirk ên li herême di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne hatine bicihkirin naxwazin lihevkirinek di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de pêk were û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çeteyên girêdayî dewleta tirk, nerazîna xwe li dijî lihevkirina dewleta tirk û hikûmeta Sûriyeyê nîşan didin. Lê nêzî 15 çete, di nav van de Tahir- el Şam jî heye, bi dizî hevdîtin bi rejimê Sûriyeyê re kirine ku heke Tirkiye li Sûriye derkevê jî ev encûmenên xwe û saziyên xwe bikarin ji herême dagirkirî bihelin. Lê heke hevkirinek di nav bera Tirkiye û Sûriye de pêk were ev çete jî nikarin heremên dagirkirî bimînin. Beriya niha jî dewleta tirk grupek serkirdeyên çeteyên ku li dijî hevkirina dewleta tirk a rejîma Sûriyeyê ne radestî hiqumeta Sûriyeyê kirin."   'HETA ÇETEYÊN ÇEKDAR VENEKIŞIN ÇARESERÎ NE PÊKAN E'   Şêxo destnîşan kir ku Tirkiye ji  herêmê vekişe jî heta hêzên paramîlîter ên giredayî Tirkiyeyê li herême bin aramî ne pêkan e û wiha got: "Heke lihevkirinik di navbera dewleta tirk û hikûmeta Sûriyeyê de pêk were û dewleta Tirkiyeyê ji ser axa Sûriyeyê vekişe hemû deverên ku dagir kirine, kurd, ereb û tirkmen jî wê li hev bikin û dê dawiya dagirkeriyê were. Tirkiye li herêmên kurdan ku dagir kiriye, demografiya wir diguherînê û bi taybetî jî metirsî li ser Efrînê heye û guherandina demografiyê li Efrînê pêş dixin. Ereb, tirkmen û yên filîstînî li Efrînê bi cih dikin. Heke ev rewş çareser nebe, şer û pevçûn jî li Efrînê ranawestin. Her wiha axa Sûriyeyê ne tenê ji aliye dewleta tirk ve, ji aliye Îranê ve jî hatiye dagirkirin. Hêzên Îranê yên li herêma Şam û Helebê, dest datînin ser mal û milkên welatiyên li wir. Ji ber vê divê çareserî li ser biryara navdewletî pêk were û hemû kesên ku koçber bûne vegerin cih û warên xwe, wê deme dibe ku aramî pêk were. Lê niha rewş ji bo vê yekê ne guncav e. Heke Tirkiye vekişe jî, dema ev hêzên çekdar li wan herêman bimînin aramî nabe. Bi taybet li ser sînorê Efrînê piranî hezên çekdar ên tirkmenan hatine bicihkirin. Yanî li ser herêma kurdan hezên çekdar ên tirkmenan hatine bicihkirin, heke ev hêz li wir bimînin, aramî pêk nayê. Hejmara kurdan jî li Efrînê kem e. Demografiyê diguherînîm, ji ber vê divê dema Tirkiye vekişiya ev hezên çekdar jî li wir nemînin û kesên ku koçber bûne vegerin cih û warê xwe."   'DIVÊ ÇARESERÎ BI BIRYARÊN DEWLETÊN NAVDEWLETÎ PÊK WERE'   Şêxo, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser însiyatîfa ku ji bo çareserikirina axa Sûriyeyê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye ragihandin û wiha pê dê çû: "Rêveberiya Xwesar jî însiyatîfek çêkirin. Ev, çareseriya hemû axa Sûriyeyê esas digire û dibêje bila çareserî li ser biryara dewletên navneteweyî pêk were û mafê kurdan bê parastin. Lê heke lihevkirinek di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser de çênebe ev jî zehmete e. Ji ber ku heke di demên pêş de Rêveberiya Xweser vegerê Efrînê û ji bo herêmen kurdan lihevkirinek di navbera wan û hikûmeta Sûriyeyê de tune be, dê di navbera wan de alozî wê çêbibin."   MA /Mahmût Altintaş