Dema qedexeya li 11 herêmên Şirnexê hate dirêjkirin 2023-06-28 11:14:45   ŞIRNEX - Li Şirnexê ji bo 11 herêman biryara qedexeyê hatibû dayîn û ev qedexe ji bo 15 rojên din hate dirêjkirin.    Walîtiya Şirnexê ji bo 11 herêmên navenda Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Basa, Qileban û Elkê ku xelkê herêmê lê debara xwe dike, di navbera 15 û 29’ê hezîranê de biryara qedexeyê ya ji bo 15 rojan dabû. Walîtiyê ev qedexey dîsa dirêj kir. Walîtiyê got ku ev qedexeye dê ji 30’ê hezîranê heta 14’ê tîrmehê bidome. Li gorî daxuyaniyê herêmên hatine qedexekirin wiha ne: “Çiyayê Cûdî, Besta, Çiyayê Kûrt, Kûreşîn, Kela Memê, Newala Serîn, Feraşîn, Çiyayên Kato Marûnis û Kato Jîrka, Dulê û Tenîn.”