Li Bazîdê gorên HPG’iyan hatin texrîbkirin 2023-06-28 15:44:34   AGIRÎ - Kêlên gorên endamên HPG’ê yên li Goristana Bajar a Koçkiranê bi boyaxên spreyê hatin texrîbkirin.    Kêlên gorên endamên HPG’ê yên li Goristana Bajar a Koçkiranê ya navçeya Bazîd a Agiriyê bi boyaxa spreyê hatin texrîbkirin. Hat dîtin ku kêlên gelek goran bi boyaxa reş a spreyê hatine boyaxkirin.