Gorên kesên di berxwedana 'Jin, jiyan, azadî' de jiyana xwe ji dest dayîn hatin ziyaretkirin 2023-06-28 16:51:43   WAN - Bi wesîleya Cejna Qurbanê, gorên kesên di berxwedana “Jin, Jiyan, Azadî” de jiyana xwe ji dest dayîn hatin ziyaretkirin.    Jina ciwan a kurd Jîna Emînî, bi hinceta “Dersoka xwe li gorî qaîdeyên îslamî girê nedaye” ji hêla polîsên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin. Bi qetilkirina Emînî re li seranserî rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berxwedan hatibû destpêkirin. Di berxwedanê de gelek kes ji hêla rejîmê ve hatibûn qetilkirin.    Bi boneya Cejna Qurbanê, gorên kesên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dayîn ên li bajarên Mahabad, Bokan, Sine û Seqizê hatin ziyaretkirin. Di dema serdanê de beşdaran gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Şehîd namirin” berz kirin.