Li mexdûrê erdhejê 23 hezar û 887 lîre fatûreya gazê birîn! 2023-06-29 09:02:49 MELETÎ - Di erdheja Mereşê de xesar gihişt dikana Serhat Gamsiz a li Battalgaziyê û 2 mehan nekarî bixebite. Bavê Gamsiz, Îmam Gamsiz got ku 23 hezar û 887 lîre fatûreya gaza xwezayî ji wan re hatiye û wiha bertek nîşan da: “Em jixwe mexdûrên erdhejê ne, qet nebe bi fatûreyan vê zilmê li me nekin.”    Di 6’ê sibata 2023’yan de bi pileyên 7.8 û 7.5 li Mereşê du erdhejên mezin çêbûn û bandoreke giran li ser 11 bajaran kir. Di erdhejê de bi dehhezaran avahî hilweşiyan, bi dehhezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedhezaran kes birîndar bûn û bi milyonan kes jî ji warên xwe koçber bûn. Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ragihandibû ku dê li bajarên bandora erdhejê lê bûye fatûreyên ceyran, gaza xwezayî û avê ji bo 3 mehan bên taloqkirin. Piştî 3 mehan jî fatûreyên giran li mexdûrên erdhejê hatin birîn. Xelkê herêmê niha jî bi fatûreyan tê mexdûrkirin.    Welatiyê bi navê Serhat Gamsiz li navçeya Battalgazî ya Meletiyê dijiya û dikana wî ya şûştina xalîçeyan hebû. Di erdhejê de xesar gihişt dikana wî û rapora kêmxesar hate dayîn. Lewma dikana xwe girt û 2 mehan nekarî bixebite. Gamsiz, piştre xwe komî serhev kir û mehek berê dîsa dikana xwe vekir. Lê belê Gamsiz ku ji ber erdhejê mexdûr bûbû, îcar jî ji ber fatûreyên gaza xwezayî, ceyran û avê mexdûr dibe. Di meha hezîranê de AKSA Enerjiyê ji Gamsiz re 23 hezar û 887 lîre û 65 qirûş fatûreya gaza xwezayî şand. Gamsiz, li dijî vê fatûreyê li cihên têkildar gelek caran serlêdan kir û daxwazname dan lê belê tiştek neguherî.    Bavê Gamsiz, Îmam Gamsiz (56) tekildarî fatûreya gaza xwezayî axivî û bertek nîşan da.    'BILA VÊ ZILMÊ NEKIN'   Gamsiz, diyar kir ku beriya erdhejê herî zêde 2 hezar lîre fatûreya gaza xwezayî dihat û ev tişt anî ziman: “Ev bû mehek ku dikana xwe vekirî ye. Lê fatûreyeke wiha giran hatiye. Jixwe piştî erdhejê kar tune bû, dikan girtî bû û ev bû mehek dikana xwe vekiriye. Gelo di rewşekî wiha de dê kurê min çawa bixebite? Em nizanin dê vê fatûreyê çawa bidin. Divê bên û saetê kontrol bikin. Ji ber ku hemû saet xerabe ne. Divê bo me bibin alîkar û vê zilmê li me nekin.”    ‘ÎCAR JÎ BI FATÛREYAN MEXDÛR DIKIN’   Bi domdarî Gamsiz anî ziman ku fatûraya ceyranê ya mala wan jî hezar û 300 lîre hatine û axaftina xwe wiha qedand: “Xaniyê me jî di erdhejê de kêmxesar bû. Divê fatûraya ceyranê nebirin. Piştî ku xesar gihiştî xaniyê me, em çûn derveyî bajar û bi qasî mehekê ne li vir bûn. Dema em hatin jî ev fatûreyê li me birîn. Divê ev fatûreyên giran ji bo herêmên erdhejê neyên. Xelk ji ber erdhejê jixwe mexdûr bûye. Bila dîsa bi van fatûreyan neyên mexdûrkirin.”    MA/ Mahmût Altintaş