Akademîsyena Misrî Attîa: Ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan divê berpirsyartiyê li xwe bigirin 2023-06-29 09:08:26 ENQERE - Zanyara Siyasetê ya Misrî Bijîşk Fernaz Attîa bal kişand ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire û wiha got: “Divê ramanên Ocalan tenê weke felsefeyê nemînin. Ji bo belavî tevahiya cîhanê bê kirin, divê bikevin nav hewldanan.” Tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku kete meha 27’emîn bi rewşa agahî negirtinê didome. Abdullah Ocalan ê 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, ne bi malbat ne jî bi parêzerên xwe re nikare hevdîtinê bike. Hevdîtina Rêberê PKK’ê û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên bi malbat û parêzerên wan re tê astengkirin. Hemû serlêdanên ku malbat û parêzer dikin bi awayekî sîstematîk bi hinceta “cezayên dîsîplînê” nayên qebûlkirin. Herî dawî birayê wî Mehmet Ocalan di 25’ê adara 2021’an de pê re axivî û 27 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin.    Zanyara Siyasetê ya ji Misrê Doktor Fernaz Attîa ku ji paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan bandor bûye, tecrîda li Îmraliyê nirxand. Attia, anî ziman ku Rêberê PKK’ê 24 sal in di bin tecrîdeke giran de tê girtin, ji civakê tê îzolekirin û bi lêv kir ku ev rewş ji bo tenduristî û ewlehiya Abdullah Ocalan dibe sedemên fikarên cidî.    HEWLDANA ASTENGKIRINA FIKRAN   Attîa destnîşan kir ku her ku diçe fikrên Abdullah Ocalan baştir tên fêmkirin û wiha got: “Projeya Konfederalîmza Demokratîk ne tenê ji bo Rojhilata Navîn di heman demê de ji bo hemû netewdewletan derbasdar e. Her ku hemû dewletên emperyal bi fikra Ocalan a Konfederalîzma Demokratîk hesiyan, bi awayekî hevpar hel dan fikrên wî hefs bikin û di bin tecrîdê de girtin. Bi tecrîdkirina Ocalan, hewl didin fikrên wî îdeala ku gelek etnîsîte yên bi hev re dijîn bigihe hemû gelan asteng bikin. Lê bila dewletên emperyal vê ji bîr nekin, hemû parazvanên mafên mirovan û rêxistinên hiqûqê yên navnetewî, li rex birêz Ocalan û girtiyên siyasî ne.”   ÇARESERIYA HEMÛ PIRSGIRÊKAN   Attîa, anî ziman ku Abdullah Ocalan bi taybetî ji bo jinan piştgiriya projeya Konfederalîzma Demokratîk kir û wiha pê de çû: “Fikra wî azadiya jinê ya li her qadê diparêze. Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan mifte da me.”   ‘DIVÊ AZADIYA WÎ YA FÎZÎKÎ PÊK BÊ’    Attîa, destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk bê û fîkriyata wî belav bibe divê herkes berpirsyartiyê li xwe bigire û dirêjî da axaftina xwe: “Divê fikrên Ocalan tenê weke felsefe nemînin. Ji bo belavî hemû cîhanê bibin divê bikevin nava hewldanan. Ji ber fikrên Ocalan bi taybetî li Rojhilata Navîn û welatên ereban ji hemû pirsgirêkan re dibin çareserî, divê her kes di vê mijarê de bikeve nava hewldanan û ji bo fikrên Ocalan têxin meriyetê berpirsyariyê wergire.”   ‘PEYWÎRA ME EW E KU EM PROJEYA WÎ VEBÊJIN’    Attîa, diyar kir ku li Misra lê dijî beşên dixwînin, lêkolîn dikin û li ser mijarên polîtîk ên cuda disekinin Abdullah Oclan û projeyên wî ji nêz ve dişopînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her wiha beşên bi pergala cîhanê û rojevên polîtîk ve eleqedar nebin jî hene. Ev beş hem li welatê me hem jî li welatên din hene. Peywîra me jî ew e ku vê fîkriyata Ocalan û projeya wan vebêjin û pêk bînin. Di heman demê de azadiya Ocalan biparêzin û di vî alî de bikevin nava hewldanan.”   MA / Stêrk Sutçu